Rejîma Îranê 4 Kurd bi darve kir

Sêşem 30 Çile 2024 - 00:45

4 girtiyên din ên Kurd li ser îdiayên “Hevkariya bi Îsraîlê re” û “sîxurtiyê” biryarên derbarê wan de hatine dayîn ji aliyê rejîam Îranê ve hatin bidarvekirin. Welatiyên Kurd yên bi navê Mohsen Mazlûm, Mohammed Faramarzî, Wafa Azarbar û Pzhman Fatehî yên 19 meh in girtî bûn, doh danê sibehê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin bidarvekirin. Li gorî agahiyan girtiyên Kurd pêr bi malbatên xwe re karîn cara ewil û dawiyê hevdîtinê bikin. Pişt re ew ji Girtîgeha Evînê birin Girtîgeha Qizalhîsar a li Kerajê. Hate zanîn ku 4 girtî li vir hatin bidarvekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.