Rejîm qetilkirina Kurdan dewam dike
Çarşem 21 Sibat 2024 - 00:05
Li gorî nûçeya Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, pêr girtiyê Kurd Îrec Pakî li girtîgeha navendî ya Erdebêlê hate darvekirin.
Hat gotin ku Îrec Pakî roja 18’ê Sibatê biribûn hucreya yekkesî û piştî rojekî,hat darvekirin. Li gor agahiyên hatine parvekirin, Îrec Pakî yê 38 xalî xelkê gundê Stunreş a girêdayî navçeya Selmas a ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ye.
Lı gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê rejîma Îranê ji destpêka sala 2024’an ve herî kêm 80 kes bi darve kirin ku piranî ji wan Kurd û Belûcî bûn. Di nava kesên hatine bidarvekirin de 2 jin jî hene. Li gorî heman çavkaniyê di sala 2023’yan de herî kêm 740 kes, ji sala 2010’an ve jî 7909 kes hatine darvekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN