Rehm bi wan re nîne

Çarşem 17 Mijdar 2021 - 23:16

  • Keça girtiyê nexweşiya wî giran, Mehmet Emîn Ozkan, Selma Ozkan ji Ajansa Mezopotamyayê ji  Ergîn Çaglar re peyiviye. 

Keça girtiyê nexweşiya wî giran, Mehmet Emîn Ozkan, Selma Ozkan ji Ajansa Mezopotamyayê ji  Ergîn Çaglar re peyiviye.

Selma Ozkan dibêje, bavê wê bi temamî ketiye ber dest û lingan û êdî nikare ji nav nivînan rabe, hevdîtinan bi telefonê bike. Ev jî eşkere nîşan dide ku bi dagirkerên Kurdistanê re havênê rehmê jî nîne. 

Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ev 26 sal in girtî ye. Ew bi kuştina Fermandarê Herêmê yê Cendermeyan ê Navçeya Licê ya Amedê Tûggeneral Bahtiyar Aydin tê sûcdarkirin; niha rewşa siheta wî her roja diçe girantir dibe. Ozkan niha di Hepsa Amedê ya Tîpa D’yê de ragirtiye û bi nexweşiya guatr, ya roviyan, a dil, tansiyona zêde, alzheimer û gelek nexweşiyên din ketiye. Heta niha 5 caran dilê Ozkan hat ber sekinînê û 4 caran jî anjiyo bûye. Lawê wî Ahmet Ozkan di hepsê de lê miqate ye, ji ber ku Mhemet Emîn Ozkan bi temamî ketiye ber dest û lingan. 

Keça wî Selma Ozkan got, siheta bavê wê gelekî nebaş bûye û ew êdî nikare hevdîtina bi telefonê jî bike. Selma Ozkan herî dawî bi birayê xwe Ahmet Ozkan re hevîdtina bi telefonê kiriye û bi vê rewşê hisiyaye: “Jixwe bi kursiya biteker bû, lê niha em hîn bûn ku ketiye nav nivînan. Birayê min got bavê min ev sê [îro çar] roj in nikare ji nav nivînan derkeve. Ew êdî nikare li ser nivînên xwe yan jî li ser kursiyê jî rûne.”

Hestiyar bin! 

Selma Ozkan da zanîn ku êdî dermankirina bavê wê di hepsê de ne mumkin e û wiha dewam kir: “Em dibêjin divê wî bibin nexweşxaneyê, lê bawer bikin ku nexweşxane jî tu feydeyê nade wî. Jixwe, dermanên êşê û serûman nadin wî, bijîşk qedexe kiriye. Li girtîgehê ji bo dil, rovî, tansiyon, gurçik û hiş dikare pênc dermanên cuda bixwe û guhên wî nema dikarin bibihîzin. Êdî nikarin wî bibin nexweşxaneyê ji ber ku nikarin serûmê bidin yan jî derziyekê lê bidin. Dibe ku sibe ji bo wî pir dereng be.”

Selma Ozkan, qala Nobeta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweşa li Baroya Amedê kir û got, yekane daxwaza wan ew e ku dengê hepsiyan were bihîstin û daxwaza wan a edaletê were cih: “Bila nexweşên me berdin. Em naxwazin cenaze ji hepsê derkevin û dixwazin demildest ew werin berdan. Ji bo ku ev pirsgirêk were çareserkirin, deriyek li ku derê hebe em ê biçinê. Hewce bibe em ê derî bi derî bigerin.”

AMED 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.