Redkirina diyalogan welat aloz dike

În 7 Sibat 2025 - 03:20

Akademîsyen, çalakvan û siyasetmedarên sûriyeyî diyar kirin ku erk û berpirsyariya avakirina Sûriyeyeke nû ku hemû pêkhateyan qebûl dike û mafên wan dipejirîne û welatê wan ji rewşa nezelal derdixe, dikeve ser milê gelê Sûriyeyê bi xwe.

Endazyar û çalakvana civakî Sivart Selûm bal kişand ser girîngiya hemwelatîbûna çalak û got:"Divê bi rêya lidarxistina konferansan û nîqaşên tê de ku hemû aliyan a bêyî dûrxistina tu aliyekî bihewîne qonaxê derbas bikin, bi vê yekê em ê karibin sûriyeke nû ava bikin û pirsgirêkên nîjadî û cudaxwaziyê derbas bikin.”

Divê hemû Sûriyeyî cih bigrin

Rêveberê Giştî yê Partiya Neteweyî Civakî ya Sûriyeyî şaxê Helebê Fadî Îsmaîl jî wiha got:"Sûriyeyî pêkhateyên çandî, siyasî, xwediyên bîrdozî ne û di hem qadên civaka Sûriyeyê de xwedî pisporên akademîk in. Lewra divê rola wan di avakirina sûriyeyeke ya pirrengiya siyasî û civakî de hebe. Divê em taîfiyetperastî û neteweperestî ji holê rabin."

Divê bawerî bê avakirin

Endazyar Basil Qes Nesrellah jî bal kişand ser analîzên Rêber Abdullah Ocalan û got:"Min piraniya pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan xwendine û nûçeyên der barî wê de dişopînin. Rêber Abdullah Ocalan banga cudaxwaziyê nake, lê banga xizmeta civakê dike, ev jî ji bo tevahî pêkhateyan tiştekî xwezayî ye. Divê em baweriyê ava bikin. Bawerî bi rêya diyalogan çêdibe û armanc jê ew e ku em hev din fêm bikin, piştî baweriyê wê her tişt çareser bibe.”

Bi diyalogan em li hev bikin

Akademîsyen, çalakvanê sivîl û civakî Kinan Seman jî got:"Lidarxistina civîn û komxebatan ji bo naskirin û zelalkirina nêrînan gelekî girîng in. Divê her kes di bin banê welatê xwe de aliyê beramberî xwe bipejirîne û şeklê herêmê û welatê xwe ji nû ve ava bike. Eger em li hundir nikaribin bi awayekî zelal û saxlem li ser vê yekê biaxivin û lihev bikin em ê bikin nav alozî, şer û bêwelatîbûnê, lewre a baştir em bi hev re bidin û bistînin."

ANHA/NESRÎN ŞÊXO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.