Ahmet Taş ê ku di sala 1992’an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hatibû girtin û derbarê wî bi hincetên siyasî cezayê muebetê hatibû birîn. Divê Ahmet Taş doh bihata berdan. Taş pêr telefonî malbata xwe kiriye û gotiye ku wê di 31’ê Cotmehê de were berdan. Malbatê jî amadekariyên xwe kir û tevî rêveberên EGE TÛHAY-DER’ê çû pêşiya Girtîgeha Tîpa T a Nimreya 2’an a Şakranê.
Ji ber ku Taş ‘poşmanî’ qebûl nekiriye
Dema ku malbat û rêveberên komeleyê li pêşiya girtîgehê bûn, Desteya Çavdêriya Îdarî ya Girtîgehê ji Taş re ragihand, ji ber ku Taş ‘poşmanî’ qebûl nekiriye, berdana wî 6 mehan hatiye taloqkirin. Taş telefonî malbata xwe kir û diyar kir ku berdana wî hatiye taloqkirin. Hevseroka EGE TÛHAYDER’ê Nîlay Guleser diyar kir malbata Taş bi pênc wesayîtan ji Stenbolê hatiye ber girtîgehê û got “Lê em dibînin ku berdana Taş 6 mehan hatiye taloqkirin. Tu zemîneke hiqûqî ya vî tiştî tune. Em vê bêhiqûqtiyê qebûl nakin û em ê têkoşîna xwe ya demokratîk li her derê bidomînin.”
IZMÎR