Rê neda dagirkeran
Çarşem 3 Tîrmeh 2024 - 03:05
HPG’ê gerîlaya YJA Starê Onûr Artos a li Zê şehîd bû, bi bîr anî û got:“Di dîroka me ya têkoşînê de navê xwe nivîsand ku wê ti carî neyê jibîrkirin.” Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:“Em di salvegera şehadeta hevrê Onûr Artos de ku 2’yê Tîrmeha 2022’an li herêma Zê şehîd bû, wê bi rêzdarî bi bîr tînin. Hevrêya me Onûr a ku şervaneke bi wêrek û milîtaneke fedayî ya Apoyî bû, li her qada ku lê ye bû parêzvaneke bi hêz a xeta Partiyê. Pêdiviyên nasnameya YJA Starê bi layiqî bi cih anî û bû milîtaneke fedayî ya mînak. Li gorî ruhê demê tevgeriya û ji bo ku mîsyonên xwe yên dîrokî bi cih bîne, ket nava hewldaneke zêde. Ji bo ku dagirker negihijin armanca xwe, bi tarzê Apoyî şer kir û taktîkên dema nû pêk anî. Hevrêya me bû xwedî sekneke ku rê nedida artêşa Tirk a dagirker. Di têkoşîna me ya dîrokê de navê xwe nivîsand ku wê ti carî neyê jibîrkirin. Weke hevrêyên wê em soz didin ku ala têkoşînê ya ku hevrêya me Onûr ji me re hiştî, bi serketinê bilind bikin û di şexsê wê de xeyalên hemû şehîdên xwe pêk bînin. Di serî de malbata hêja ya hevrêya me, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Hevrêya me Onûr li herêma Geliyê Karkarê ya girêdayî navçeya Westan a Wanê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû. Di nava xebatên RAJIN – Ragihandina Azad a Jinê de cih girt. Hevrêya me Onûr ku di pêvajoya dîrokî de xwest berpirsiyariyên mezin bigire ser milên xwe û tola xwe ya bi salan ji dijmin bîstîne, di sala 2019’an de derbasî xebatên Hêzên Tayber bû. Hevrêya me Onûr bi hişmendiya berpirsiyariya dîrokî tevlîbûneke bêşert û bêhesap pêk anî û weke milîtaneke YJA Starê ya azad bêyî wezifeyan ji hev cuda bike, bi eşq, bawerî û biryardariyeke mezin hewl da ku hemû xebatên rêxistinê bi awayekî serkeftî bi cih bîne. Bi jiyana xwe ya sade, hevrêtiya xwe ya jidil û dilsoziya xwe ya ji bo Rêbertî û şehîdan, bû milîtaneke YJA Starê ya mînak.”
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêya me Onûr Artos, bi vî rengî ne:
Onûr Artos (Şukran Arvas), li Wanê jidayîk bûye, 2’ê Tîrmeha 2022’an li Zê şehîd bû.
BEHDÎNAN