• Besê Hozat: Rêya hiqûqê ji Îmraliyê derbas dibe. Heke demokrasî, edalet û hiqûq wê were Tirkiyeyê, divê pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê, wekî sûcê mirovayetiyê were dîtin û were mehkûmkirin. Kesên ku ev pergal ava kirine û dewam kirine, divê werin dadgehkirin.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat bûyerên girîng ên di rojevê de ji ANF´ê re nirxandin.

Besê Hozat got, “Rêber Apo muxatebê çareseriyê yê doza Kurdan e. Di çareseriya doza Kurdan de, muzakerevanê esasî ye. Bi tinehesibandina Rêber Apo ti çareserî pêk nayê. Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe.”

Di beşa 1´ê ya roportajê de Besê Hozat, li ser komploya navnetweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan got, “Em dikevin sala 24’emîn a komploya navneteweyî. Ez hêzên komploger ên navneteweyî ku DYE pêşengiya wan dike, bi nefret şermezar dikim. DYE, Ingilîstan, Îsraîlê pêşengiya komployê kirine, li hemberî gelê Kurd û mirovayetiyê sûcê herî mezin ê dîrokê kirine. Bi komploya li dijî Rêber Apo re yekser tevlî qirkirina Kurdan bûn. Yanî, hêzên navneteweyî yekser piştgiriyê didin polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk. Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê, pîlaneke nû ya Şark Islahatê ye. Di şexsê Rêber Apo de komplo li dijî gelê Kurd hatiye kirin.

Helwesta Rêber Apo, şehîdên fedaî yên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’û gelê me yê berxwedêr, ji xeynî dîlbûna fizîkî ya Rêber Apo, komplo pûç kir.”

Wê soz da ku ew ê “azadiya fizîkî ya Rêber Apo” pêk bînin.

Têkoşîneke gerdûnî ye

Besê Hozat wekî din li ser mijarê û kampanyaya ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan jî got,  “Fikrên Rêber Apo di nav jin û gelan de, heyecaneke mezin, hêvî, têkoşîn û baweriya serkeftinê pêk anîn. Di asta global de xwedî li Rêber Apo hate derketin. A niha têkoşîna pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo, bûye têkoşîneke gerdûnî.

Pergala tecrîd û êşkenceyê ya 23 salan, pergaleke komployê ye. Komplo ji bo ku di şexsê Rêber Apo de tevgera azadiyê tesfiye bike û qirkirina Kurdan pêk bîne, 23 sal in wekî pergala tecrîd û êşkenceyê didome. Dîktatorê faşîst Erdogan ligel ku li Îmraliyê tecrîd û zexteke gelekî giran a nemerdane dike, li ser navê Rêber Apo diaxive. Ev yek pergala tecrîdê û îflasa siyaseta wî jî nîşan dide. Xwe diavêje ber hêz û bandora Rêber Apo û dixwaze desthilatdariya xwe ya ketiye pêvajoya hilweşandinê li ser pêyan bide sekinandin. Ji aliyekî ve li ser Rêber Apo tecrîdeke mutleq dide meşandin û ji aliyê din ve jî li ser navê Rêber Apo her roj daxuyaniyan dide, bê guman ev tişt jî rûreşiya dîktatorê faşîst nîşan dide. Jixwe HDP’ê yekser bersiva wî daye. Diyar kirine ku bila deriyê Îmraliyê were vekirin û fikra Îmraliyê çi ye bila her kes lê guhdarî bike. HDP û gelê Kurd dizanin ku Erdogan dixwaze çi bike. Ji ber vê jî hesabê wê ji roja pêşîn ve hatiye pûçkirin.”

CHP divê rewabûna Ocalan qebûl bike

Li ser daxuyaniyên CHP´ê yên elaqedarî pirsgirêka Kurd jî Besê Hozat got, “CHP heta ku rast nêzî doza Kurdan nebe û bala xwe nede serokên siyasî yên Kurdan, wê nikaribe siyaseteke baş bike. CHP heta ku Rêber Apo wekî mûxatebatê sereke yê Kurdan nebîne û qebûl neke, Kurd wê li wan helal nekin. CHP heta ku mafên herî meşrû û demokratîk, daxwazên xwerêveberiyê yên Kurdan qebûl neke, nikare di nav Kurdan de baweriyê pêk bîne. CHP dema ku pergala tecrîda faşîst a derveyî hiqûq û qanûnê ya li Îmraliyê meşrû bibîne, wê nikaribe ji Kurdan û civaka Tirkiyeyê re qala hiqûq û edaletê bike. Dema ku CHP hevdîtina bi Rêber Apo re sûc bibîne wê nikaribe rêya demokrasiyê ji Amedê bide derbaskirin. Rêya ku ji Îmraliyê derbas nebe, wê ji Amedê jî derbas nebe. Rêya demokrasiyê ji Îmraliyê derbas dibe. Rêya edaletê ji Îmraliyê derbas dibe. Rêya hiqûqê ji Îmraliyê derbas dibe. Heke demokrasî, edalet û hiqûq wê were Tirkiyeyê, divê pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê, wekî sûcê mirovayetiyê were dîtin û were mehkûmkirin. Kesên ku ev pergal ava kirine û dewam kirine, divê werin dadgehkirin.

Rêber Apo di çareseriya doza Kurdan de muxatebê çareseriyê ye. Di çareseriya doza Kurdan de muzakerevanê esaasî ye. Bi tunehesibandina Rêber Apo ti çareserî pêk nayê. Rêya çareseriyê di Îmraliyê derbas dibe. Pêvajoya çareseriyê ya ku Rêber Apo aktorê sereke ye, di meclîsa Tirkan de dikare were nîqaşkirin.”