MIHEMED EBDO / ANHA / HELEB

Ji ber ambargoya ku rejîma Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kiriye ku nahêle pêdiviyên sereke yên jiyanî derbas bibin, Şaredariya Gel a her du taxan li gorî derfetên di destê xwe de xebatên xizmetguzariyê pêk tîne. Şaredariya Gel ji ber tunebûna qîrê rêyan bi çîmentoyê sererast dike. Ew çîmento jî bi rêya hinek bazirganan hatiye peydakirin.

Şaredariya Gel hewl dide beriya zivistanê hezar metrekare bi hezar tûrbên çîmentoyê sererast bike. 15 karker xebatên sererastkirina rêyan dikin.

Ev çareseriyeke awarte ye

Çavdêrê sererastkirina rêyan endazyar Hisên Ehmed got, binesaziya lawaz a her du taxan li pêşiya xebatên wan dibin asteng.

Paşguhkirina her du taxan a beriya aloziya Sûriyeyê ji aliyê rejîma Şamê ve, êrişên  komên çete yên dewleta Tirk a dagirker ku navbera salên 2012 û 2016′an hatibûn kirin, her wiha erdheja ku îsal pêk hatibû sedemên lewaziya binsaziya her du taxan in.

Ehmed destnîşan kir ku qedexekirina derbaskirina hêmanên pêwîst ji bo çaksaziyê li pêşiya xebatên wan ên ji bo xelkê her du taxan dibin asteng.

Ehmed diyar kir ku temenê çîmento nêzî 5 salan didome û ev jî çareseriyeke awarte ya alternatîf a li şûna qîrê ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bendên kontrolê yên rejîma Şamê dorpêça xwe ya li ser herdu taxan didomînin û rê nadin sotemenî û hêmanên sereke yên pîşesazî û avahîsaziyê derbas bibin û miqdarên mezin ên pereyan ji xelkê distînin.