Raz û sirra xêzên Nazca

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 4 Cotmeh 2024 - 00:57

Xezên Nazca ji mêj ve ye di serî de arkeologan û pişt re xelkên ku meyla wan li ser dîrokê ye mijûl dikin. Sir û raza wan hîna jî baş nayê zanîn, ji lewma nayê zanîn ew bi çi awayî hatine xêz kirin. Ev xêzên ku weke “Jeoglifên fîgûratîf” tên pênase kirin ji hêla şaristaniya Nazca ve hatine xêzkirin. Nazca xelkekî kevnar ê Peruyê ye. Beriya Mîladê 200 sal û Piştî Mîladê 700 sal li Peruyê jiyane. 

Ev îşaret an jî xêzên ku dişibin resmên xerîb di Mîrateya UNESCO ya Dinyayê de jî cih digirin. Di van rojên dawî de gotareke ku di kovara Proceedings of the National Academy of Sciences (PNAS) de derketiye radigihîne wan di derbarê van xêz û îşaretan de agahiyên nû bi dest xistine.

Xêzên ku bi destê xelkên Nazca hatibûn çêkirin cara ewil di sala 1927’an de hatin dîtin. Ji wê salê heta îro bi tevahî 430 xêz hatine kifşkirin. Xebata nû ya ku bi pêşengiya Zanîngeha Yamagata ya Japonyayê çûye serî radigihîne ku 303 xêzên nû yên bi vî rengî hatine kifşkirin. Ev xêzên ku nû hatine kifşkirin serê insanan, çûkan û masiyan teswîr dikin. Ji ber ku ev xêz demeke dirêj di bin axê de mane xera bûne û ji lewma jî pirr kêm tên dîtin. Lê bi saya teknolojiyê êdî lêkoler dikarin bi awayekî rehettir van xêz û îşaretan kifş bikin. Xêzên ku vê dawiyê hatine dîtin nîşaneya vî tiştî ne.

Aqilê çêkirî û kifşên nû

Akadamîsyenê bi navê Masato Sakai ku pêşengiya van kifşên nû kiriye, got; “Gelek ji van xêzên ku nû hatine kifşkirin bi saya aqilê çêkirî hatin dîtin. Bi saya teknolojiyê algorîtmayeke bêhempa hatiye çêkirin. Rê û rêbazên berê pirr hêdî û me ne dibirin ber bi encamekê ve lê aqilê çêkirî vî tiştî ji holê rakir û niha em pirr bi rehetî dikarin nexşerêyeke derxin ji bo van jeoglîfan. Armanca çêkirina van jeoglîfan beriya niha zêde nedihate zanîn ji ber ku lêkolerên di vî warî de dixebitîn nikarîbûn xwe bigihînin agahiyan û van xêz û îşaretan pênase bikin. Lê êdî bi vê kifşa me ya dawî armanca çêkirina van xêzan baştir tê zanîn.”

Li gor xebat û encamên dawî yên di derbarê van jeoglîfan de ev xêz û îşaret ji bo merasîman hatine çêkirin. Ev xêz nîşaneyên çanda xelkê Nazca ne ku behsa rêwîtiya hecê ya ber bi Cahuachi ve dikin.

PERU

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.