Rayedarên şer li Iraqê ne

Çarşem 7 Sibat 2024 - 00:49

Li gorî medya Iraqê Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Fermandarê Artêşa Tirk Metîn Gurak serdana Iraqê kirine û gihiştine Bexdayê. Derbarê sedema serdanê de ti agahî nehatine parvekirin. Lê di demên dawî de trafîka serdana rayedarên dewleta Tirk a dagirker ya ji bo Iraq û Hewlêrê zêde bûye.

Hêjayî gotinê ye Misteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin jî di 22’yê Çileya 2024’an de serdana Iraqê kiribû, Kalin tevî serokkomarê Iraqê bi gelek rayedarên Iraqê re civiya bû. Piştre Îbrahîm Kalin serdana Hewlêrê kiribû û di 28’ê Çileyê de bi Mesud Barzanî re civiya bû. Di 24'ê Çileyê de Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ji bo dîtina Tayyîp Erdogan û tevlîbûna li Civîna 8'emîn a Konseya Hevkariyê ya bi Asta Bilind a Tirkiye-Îranê li Enqereyê bû.

Roja Yekşemê jî Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan ragihand ku Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn wê bê Enqereyê. Şêwirmendê Polîtîkaya Derve ya Kremlînê Yûriy Ûşakov 29'ê Çileyê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo serdana Pûtîn a li Tirkiyeyê di meha Sibatê de bê kirin amadekarî hatiye kirin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.