Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê dîlgirtî ne, 56 roj in li hemberî zextên PDK’ê yên li girtîgehê, di greva birçîbûnê de ne. Rewşa tenduristiya Dag û Er her ku diçe xirabtir dibe. Heya niha jî derbarê mijarê de rayedarên Herêmê ti daxuyaniyek nedane û bêdeng in.
Mazlûm Dag û Abdurrahman Er, ji roja ku xistin Girtîgeha Hewlêrê û vir ve binpêkirina mafên wan timî dikeve rojevê. Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er herî dawî ji ber zexta li xwekirina cilên bi yek tîpî di 18’ê Gulanê de ketin greva birçîbûnê. Çalakiya Dag û Er di roja 56’yan de didome û rewşa tenduristiya wan her ku diçe xirabtir dibe. Tevî gelek bangan jî heya niha rayedarên herêmê li ser rewşa Dag û Er ti daxuyaniyek û helwestek nîşan nedane.
Mazlum Dag herî dawî di 23’yê Hezîranê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivîbû. Dag gotibû. her diçe tenduristiya wan xirabtir dibe, rêveberiya girtîgehê “10 roj in” ne li wan dipirse ne jî tê cem wan û ew “bi mirinê re rû bi rû hiştine”. Wî got, Abdûrrahman 20 kîlo li xwe kêm kirine. Tenduristiya wî nebaş e; wî jî 10 kîlo li xwe kêm kirine û nikare zêde biaxive.
NAVENDA NÛÇEYAN