Raya xwe li dijî şerxwazan bidin
Duşem 22 Gulan 2023 - 01:06
Siyasetvan Osman Baydemîr, bang li hilbijêrên derveyî Tirkiyeyê kir da ku biçin ser sindoqan û li dijî zordestiyê raya xwe bidin.
Ji bo dewra duyemîn a Hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê, hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê ji 20´ê Gulanê ve dengê xwe didin. Siyasetvan Osman Baydemîr ê ku li ser navê Partiya Çep a Kesk hem li Brîtanya û hem jî li Ewrûpayê kampanyaya hilbijartinê meşand, bang li hilbijêran kir. Wî got, “Mohr û bandor di destê we de ye. Hilbijartina serokomariyê wê di 28’ê Gulanê de careke din were kirin. Hûn dikarin careke din biçin ser sindoqan û hesap bipirsin. Hûn dikarin sazîbûna faşîzma mutleq asteng bikin.
Hilbijêrên li derveyî welat wê heta 24'ê Gulanê xwedî mafê dengdanê bin. Banga me ew e ku faşîzma mutleq bi sazî nebe, qanûndanîn û rêveberî ji ferasetên cihê yên siyasî me, em ê karibin bêhnê bistînin. Em di vê pêvajoyê de hemû nas û dostên xwe yên ku neçûne ser sindoqan, bibin ser sindoqan. Em ji bîr nekin, ji bo ku pêşiya faşîzmê were girtin û hesab jê were pirsîn, ev hilbijartin tên kirin.”
LONDON