- Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) pêr li Silêmaniyeyê bi merasîmekê, Komeleya Şoreşgerî ya Jinên Efxanistanê (RAWA) hêjayî 'Xelata Sakîne Cansiz' dît.
Saziya jinên Efxan RAWA ji ber ku 'Xelata Sakîne Cansiz' dan wê, malavahiya jinên Kurd kir û got, "Em ji bîr nakin ku di rewşekê de ku cîhanê Efxanistan û jinên Efxan ji bîr kirine, hûn li kêleka me sekinîne."
Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) pêr li Silêmaniyeyê bi merasîmekê, Komeleya Şoreşgerî ya Jinên Efxanistanê (RAWA) hêjayî 'Xelata Sakîne Cansiz' dît.
Komeleya RAWA jî bi peyamekê malavahiya jinên Kurd kir.
Di peyamê de rewşa jinên Efxan, bi taybetî jî zext û zordariya bi serweriya Talîbanê re dest pê kir, hate vegotin: "Piştî 15'ê Tebaxa 2021'ê bi serweriya Talîbanê re rewşa jinan li Efxanistanê pirr dijwar bû. Ji mafên esasî û mirovî bêpar mane. Nifşek ji ciwanên Efxanistanê bêyî derfetê xwendinê hatine hiştin û mîna ku li zindanê ne dijîn. Azadiya ragihandin û nûçegihaniyê pirr kêm bûye.”
Li ser hêviya xwe û piştgiriya jinên Kurd jî RAWA´yê got, “Jinên Efxanistanê ne yên beirya bi 20 salan in. Ew zanetir û bi fedakarî amade ne ku dengê xwe li dijî Talîbanê bilind bikin. Jinên Efxanistanê gihîştine wê hişyariyê ku ti hêzeke derve, hêzeke împeryalîst a mîna Emerîka û NATO´yê ku Efxanistan 15 salan di destê wan de bû û ax û xwîn kirin yek, ti carî nikare ji bo welatê me azadî û xweşhaliyê pêk bîne.
RAWA careke din malavahiya jinên têkoşer ên Kurd dike ji ber dayina Xelata Sakîne Cansizê. Ji bîr nake ku di rewşekê de ku cîhanê Efxanistan û jinên Efxan ji bîr kirine, hûn li kêleka me sekinîn. Em hêvîdar in ku mil bi mil, yek deng û yek dest bi were têkoşîna ji bo avakirina civakeke wekhev û rizgariya mirovan ji dagirkerî û despotîzmê, dewam bikin."
NAVENDA NÛÇEYAN