Rastiyeke têkoşînê li pey xwe hişt
În 13 Kanûn 2024 - 02:45
HPG'ê nasnameya gerîlayekî li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû eşkere kir û got:"Hevrêyê me Demhat ku milîtanekî Apoyî bû, rastiyeke têkoşînê li pey xwe hişt, ku ti carî nayê jibîrkirin." Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:"Hevrêyê me Demhat, di 9’ê Mijdara 2024’an de di encama êrîşeke li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de tevlî karwanê şehîdan bû. Hevrêyê me Demhat ê ku kesayeta xwe ya ji cewhera gelê me yê Botanê digire û bi felsefeya Rêber Apo û bi têkiliyên hevrêtiyê yên PKK’ê re bitûniyekê ava dike, bû mîlîtanekî leheng, ji destpêka tevlîbûna xwe heya nefesa xwe ya dawî gerîlatiya serketî armanc kir. Ji bo vê yekê bi qasî ku xwe di warên leşkerî û îdeolojîk de bi pêş xist, xwe di xeta fedaîtiyê de jî bi pêş xist û di hemû kêliyên jiyana xwe de ji bo asta milîtaniya xwe di pratîkê de jî nîşan bide, gelekî ked û hewl da. Hevrêyê me Demhat ê ku weke mîlîtanekî Apoyî xwe bi temamî fedayî têkoşînê kir, li ku hewceyî hebû, xwest li wir be û tim hewl da ku berpirsiyariyên xwe bi awayekî serketî bi cih bîne. Hevrêyê me Demhat ê ku bi van taybetmendiyên xwe ji hemû hevrêyên xwe re bû milîtanekî Apoyî yê mînak, li dû xwe rastiyeke têkoşînê ya ku wê tu caran neyê jibîrkirin hişt. Weke hevrêyên wî soz didin ku em ê têkoşîna ku dewrî me kiriye, bigihînin serketinê û di serî de malbata wî ya hêja û ji hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.
Hevrêyê Demhat li navçeya Silopyayê, di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû. Di sala 2014’an de ji herêma Cûdî tevlî rêfên gerîla bû. Hevrê Demhat ê ku dema pêwîst bû di erkên herî xeter de cih bigire, qet teredut nekir û bi saya ruhê xwe yê fedaî di serxistina gelek karî de ked da. Bi dirûstbûn, fedakarî, jiyana bi dîsîplîn û dilsoziya xwe ya ji nirxên azadiyê re di dilê hevalên ku bi hev re dixebitî û hemû hevalên ku bi wan re ma de cih girt."Nasnameya hevrêyê me Demhat wiha ye:
Demhat Silopî (Denîz Şen), li Şirnexê jidayîk bûye, 9’ê Mijdara 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
BEHDÎNAN