Îstîxbarata Elman a Federal a ku xwe bi navê Saziya Parastina Destûra Bingehîn xwe dixemilîne û kamuflaj dike, rapora xwe ya sala 2020´an weşand. Îsal jî bêhtirî 10 rûpelên xwe ji Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê re veqetandin. Armanca raporê eşkere reşkirin û dorgirtina civakî ya li Kurdên li Elmanyayê ye.
Wezîrê Karê Hundir ê Federal ê ku bi meylên xwe yên nijadperest, dijbiyanî û xasma dijkurd di nav Kurdan de tê nasîn, rapor eşkere kir.
Di raporê de xizmeta civakê ya rêxistinên Kurdan jî weke karên radîkal û dijberê destûra bingehîn hatin nîşandan. Lê tevî xurtbûna rastgiran û zêdebûna şideta rastgiran jî, dewleta Elman wan li dijî destûra xwe weke tehlûkeya sereke nabîne.
Weke her car, tevî ku PKK ti tehlûkeya wê li dijî ewlekariya Elmanyayê nîne û nebûye jî, di raporê de hatiye gotin, "ji ber çalakiyên şidetê yên li welatê wê" (rûpel 257) tehlûkeya ji bo ewlehiya nava Elmanyayê qaşo gelek e.
Înkara Kurdistanê diyar e ji qebûlên dewleta Elman e. Navê Kurdistanê tenê di nava nîşaneka neynûkê de hatiye nivîsîn, yanî hem navê Kurdistanê bi vê yekê xeyalî û nerewa dikin û hem jî înkara wê rewa dikin. Di raporê de veguherîna îdeolojîk a PKK´ê hîç nehatiye dîtin û rapor di salên 1990´î de bist bûye. Rapor ji xwe re dijminekî xeyalî çêdike ku elaqeya wê bi îro û rastiyan re nîne.
Bi qest zimanê krîmînalîzekirinê bi kar tîne
Rapor, bi qest gotinên weke "Îndoktrînekirin", "Tevlîkirina nav refên eskerî", "rêveberiya otorîter" û "îdîaya nûneriya tenê" pirr carî dike. Bi rengekî ewqasî beloq û eyb, xizmeta civakê jî diqulibîne vir û wir û dibêje, karê agahdarkirina derbarê pandemiya koronayê de û birêxistinkirina xizmetê di heman çarçoveyê de îsbata “îdîaya nûneriya tenê a Kurdan" e (rûpel 262).
Behsa şideta li dijî Kurdan nehatiye kirin. Di raporê de behsa 10 bûyerên şidetê yên elaqedarî rêxistinên biyaniyan ên li Niedersachsenê hatiye kirin, lê ne di beşên din ên raporê de û ne jî di beşa li ser PKK´ê de behsa wê yekê nehatiye kirin ku pirraniya êrişan li dijî Kurdan bûye. Yanî Îstîxbarata Elman civakeke bêhtirî milyonek nifûsê ya li Elmanyayê, her krîmînalîze dike bi wê yekê ku ew dibêje, PKK "terorîst e" û Kurd jî PKK´yî ne.
Ji ber ku rojnameya me van sûc û kirinên wan li wan eşkere dike, me jî di heman raporê de krîmînalîze dikin, weke weşana rojane ya PKK´ê.
FRANKFURT