Raperîn xewna gelê me bû

Çarşem 6 Adar 2024 - 00:23

Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK’ê bi boneya 33. Salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê peyamek belavkir û wiha got:’’Bi boneya 33. Salvegera Raperîna Gelê Kurdistanê, em hemû gelê xwe yê Başurê Kurdistan pîroz dikin. Ji malbatên şehîdan taybet jî malbatên şehîdên Raperînê re silav û rêzên xwe pêşkêş dikîn. Xelkê Başûrê Kurdistanê di 5’ê Adara sala 1991’an de bi tevlîbûna hemû pêkhateyan di demek kurt de desthilata Baas a faşîst ji hemû xaka Başûrê Kurdistanê derxist. Berhema Raperînê hilbijartina parlamento û damezrandina Hikumeta Herêma Kurdistanê bû, ev ezmûn li Kurdistanê xewna salan ya gelê me bû. Piştî 33 salan piştî raperînê, ji ber rêveberiya xirab û nakokiyan, destwerdana derve, destketiyên xelkê Kurdistan ku berhemê Raperînê bûn, niha hemû ketine bin gefê tinebûnê. Em weke KNK’ê bang dikin, divê li ser prensîbên raperînê ku yekîtiya neteweyî jî di nav de ye, ji bo dawî anîna dubendiyên siyasî û berjewendiyên hizbî xebat bê kirin. Divê rêgezên azadî, demokrasî, hilbijartin û rêveberiya baş bê şopandin. Bi vê boneyê em carek din weke Kongreya Netewî ya Kurdistanê bang li hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin, ji bo rûbirû bûyîna pirsgirêkan bicivin û stratejiyeke nîştimanî deynin ser maseya guftugoyê ku rê li ber rojeva dijmin û dagirkeran bigire.”

Em dizanin nerazîbûn zêde ne

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî jî bi boneya Salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û wiha got:“Em dizanin nerazîbûn zêde ne û ew armancên xwîna şehîdan ji bo hatine rijandin, hemû pêknehatine. Xizmetguzarî ne di asta pêwîst de ne û rewş ne di wê asta ku xelk li bendê bûne. Em vê rêbaza xelet ya siyaset û rêvebirinê rast bikin û hebûna destûra Kurdî li navenda biryara siyasî Bexdayê biparêzin.”

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.