Radyoya yekem a jinan Star FM e

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 16 Kanûn 2023 - 00:18

RONAHÎ NÛDA / JÎNHA / QAMIŞLO

Radyoya Star FM di 15’ê Kanûna 2017’an de bi dirûşma “Dengê jin û jiyanê” dest bi weşanê kir. Her sal bi weşanên cur be cur dikaribû jiyan, dîrok, leşkerî, siyasî, çand û hunerê jinan bide nîşan. Di Konferansa 2’emîn a Yekitiya Ragihandina Jinê ya 2020’an de biryar hat dayîn ku Star FM di asta Herêma Cizîrê de weşana xwe bike, piştî 6 mehan Radyoya Star FM´ê dikaribû weşanê xwe di asta herêma Cizîrê de pêk bîne. Star FM radyoya yekem a jinan di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye de ye. Ew bi Kurdî û Erebî weşanê dike, bernameyên wê li ser mijarên tenduristî, civakî, çandî, jin û zarok hene û her wiha danasîna gund û bajaran dike, helbest û çîrokan diweşîne. Di salvegera damezrandina Star FM´ê ya 7’an de ku her wiha destpêka weşana wê ya nû ye jî endam û rêveberên Star FM´ê nihêrînên xwe parve kirin. Dîcle Demhat li ser wateya navê radyoya Star FM´ê got, “Dema Şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pê kir, bi hezaran jinan bi ked û hewldaneke pirr mezin, di nava vê şoreşê de cihê xwe girt, yek ji warên girîng ragihandin bû, jinan dikaribû ajans, televîzyon û radyoya xweser vekin. Radyoya Star FM´ê ji roja ava bûye heta roja îro bi ked, hest û destên jinan tê birêvebirin.” Endam û rêvebera Radyoya Star FM Lîlav Hesen jî salvegera damezrandina Radyoya Star FM´ê pîroz kir û got, “Radyoya Star FM´ê jî bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re vebû ku bi roleke girîng rabû. Jinan di her warî de cihê xwe girt, di warê çapemeniyê de jî pêwistî pê hebû ku sazî û dezgehên taybet ên jinan vebin, çi ajans, çi tv û çi radyo. Yek ji wan berhemên şoreşa Rojava û têkoşîna jinan Star FM e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.