Rabe ser xwe û biguherîne!
Şemî 20 Gulan 2023 - 00:05
Siyasetvan û hevserokê giştî yê berê yê HDP´ê Selahattîn Demîrtaş ê ku rejîma Erdogan wî rehîn digire, têkildarî hilbijartina serokkomariyê bangeke nû kir: “Em tevgereke mirovahiyê ne. Em ew tevger in, ewa ku têk naçe. Rabe ser xwe û biguherîne.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê rehîn tê girtin, têkildarî dewra duyem a hilbijartina Serokkomariyê ya di 28’ê Gulanê de li ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal bang li xelkê kir da ku biçin ser sindoqan. Demîrtaş got, “Em ê hêviyên xwe, xeyalên xwe û pêşeroja xwe radestî zordestan nekin. Em tevgereke mirovahiyê ne. Em ew tevger in ewa ku têk naçe. Rabe ser xwe û biguherîne.”
NAVENDA NÛÇEYAN