Qursên KASED’ê destpê dikin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 2 Tîrmeh 2024 - 00:50

MEDÎNE MAMEDOGLU / NÛJINHA / AMED

Komeleya Jin Çand Huner û Edebiyatê (KASED), ji sala 2021’ê ve li Amedê xebatên xwe didomîne. Komeleya ku bi muzîk, wêne, ziman û edebiyatê, atolyeyên jineolojiyê li dar dixe, heta niha gihîştiye bi sedan jin û zarokan. Komeleya ku berê cihê wê li Rezanê bû, bar kir Sûrê û xebatên xwe li wê derê didomîne, ji bo dema nû dest bi qeydkirina qursiyeran kir.

Yek ji perwerdekarên zimanê Kurdî yên KASED’ê Saliha Ayata, li ser armanc û xebatên komeleyê axivî.  Saliha Ayata, got ku ew bi 7 jinan re hatine ba hev û ji bo piştgiriyê bidin û wan di wî warî de bikin xwedî gotin pêdivî bi komeleyek wiha dîtine. Saliha Ayata diyar kir ku ew li Rezanê gihîştine armanca xwe, dixwazin li Sûrê jî bigihîjin armanca xwe û got ku ji bo kursên dema nû daxwaz zêde hene:“Li vê derê ez ji bo hemû jin û ciwanan vê bangê dikim û dibêjim ku; em dikarin bi gel û jinan re xebatên xwe mezintir bikin. Ji bo wê divê her kes beşdarî qursên me bibe û xebatê mezin bike.” Saliha Ayata da zanîn ku li ser romanên Kurd xebateke wan heye û got:“Em bi xendina romanan, li ser edebiyata Kurdî nîqaşan dikin û nivîsan dinivîsînin. Ev qursa me didome. Em bi heyecan li benda qursên nû ne. Di demeke kurt de armanca me ew e ku em li vê derê xwe bigihîjînin hemû jin û zarokan.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.