Quling Ewr û Ba ya Mem Ararat çap bû

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 20 Mijdar 2023 - 00:29

Weşanxaneya Zîz ku beriya çend mehan hatibû avakirin pirtûka xwe ya yekem çap dike. Weşanxaneyê da zanîn ku ew ê ewil pirtûka bi navê “Quling Ewr û Ba” ya muzîkjen Mem Artemêt ku ji helbestan pêk tê çap bikin. Pirtûk ji niha ve li ser malpera pirtûkakurdi.com tê firotinê û kesên dixwazin pirtûkê bigirin dikarin bi îmzeya Mem Ararat pirtûk siparîş bikin.

Edîtoriya pirtûka “Quling Ewr û Ba” helbestvan Gulîzer kiriye û ji bo pirtûkê ev nirxandin dike; “Mem Ararat bi muzîka xwe rêya xwe bi şikeftên veşartî yên ruhê me xistibû û  bi dengê wî yê xembar em hinekî din jî li xwe mikur hatibûn. Ararat îjar bi ristên xwe, di nava du qadên hunerê de (ku hemû cureyên  hunerê hinekî hevdu xwedî dikin û hinek jî ji hev dixun) pireke resen dihone. Ji çemê ruhê xwe yê dengzelal cihokên nû vedike. Bi ristên xwe yên mişt xem, mişt xewn, mişt kurmanc û mişt em, tenik tenik diherike nava behra edebiyatê û kulm bi kulm avdide.”

Neynikê dide ser bîrên civakê

Helbestvan Fatma Savcî jî pirtûka Mem Ararat bi vî awayî dinirxîne; “Dengê helbestên Mem Ararat dengekî hestiyar, xwezan, bîrmend û xwedî karekter e. Ev deng xwedî daxwaz, rexne, xeyal û muxalîf e. Temayên dosyayê ku ji evîn, nasname, azadî, welat, penaberî, xeyal, bêrîkirin, sînor û her wekî din pêk tên bi çavdêriyeke berfireh a vî karekterî, bi peyvên zelal, jidil û bi dilovanî hatine vegotin.  

Helbestvan bi motîvên di helbestê de neynikê dide ser birînên civakê. Şewqê dide ser çand û tore û jiyana xelkê ku kesek zû bi zû nabîne û bi wan nagihê bi metafor û hêmayên orîjînal yên erdnigariya me ya qedîm tîne ziman. Bê gazin, bê ku bike hawar û fîgan derdê dilê xwe bi aramî, bi têgihiştina rûspiyekî vedibêje.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.