HÊVÎ EZDA / NÛJINHA / ŞENGAL

Civaka Êzîdî bi coş û kêfxweşiyek mezin her sal berê xwe dide qubeyên xwe û li wê derê cumayê li dar dixe û periyên wê bi rê û resmên wê nû dike. Quba Xatûna Ferxan deh sal in nehatiye nûkirin. Em dikarin bibêjin ku ji piştî fermanê ve heta niha îsal wê were nûkirin. Îsal bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) quba Xatûna Ferxan a li gundê Heliqiyê yê Xanesora Şengalê wê bê nûkirin.

Ji bo pêşwazîkirina kesên ku berê xwe bidin qubeyê konek hat vedan. Di konê de ji bo kesên werin xwarin, vexwarin û pêdiviyên din hatin amadekirin. Ew ê kon heta roja dawî ya cumayê vedayî be û ji bo pêşwazîkirina her kesê vekirî be.

Îsal Cumaya Xatûna Ferxan wê bi coşeke mezin bê gerandin. Ji her deverê Êzîdî dê berê xwe bidin qubeyê.

Ew ê du rojan bidome

Der barê konê ku hatiye vedan de endama Meclisa TAJÊ Nûrê Şengalî axivî û diyar kir ku konê ji bo pêşwazîkirina her kesê dane vedan û got: “Hema bibêje ji fermana dawî ve heta niha quba Xatûna Ferxan nehatiye nûkirin. Wê du rojan cumaya wê berdewam bike. Me jî kon û pêwistiyên xwe anîne ji bo ku em kesên werin pêşwazî bikin. Bi xêra xwedan û Xatûna Ferxan em ê xwarinê çêbikin û li kesên ku werin bin konê belav bikin. Ev kon ji aliyê TAJÊ ve bi alîkariya Sîwana Jinên Êzidî ya Ewropayê hatiye vedan. Em ê mêvanên ku werin li vê derê pêşwazî bikin.”