Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî geşedanên operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ku li dijî DAIŞ’ê û hin sûcdaran li gundewarê Dêrazorê ragihandibû, parve kirin. Navendê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku operasyon li gorî plansaziyê û armancên wê berdewam in û ev agahî parve kirin: “Hêzên me spasiya xelkê Dêrazorê û rûspiyên wê dike ji ber ku ji roja destpêkê ya operasyonê li rex hêzên operasyonê bûn û piştgiriya pêwîst ji wan re pêşkêş kir.

Dema hêzên operasyonê bi pêş diketin, komeke çekdar li bajarokê El Şihêl ê rojhilatê Dêrazorê êrişê dewriyeyeke hêzên me kir û şer derket. Di encamê de şervanekî me û 2 welatî şehîd bûn. Hêzên me li gel ku ji ber şehadeta welatiyan xemgîn e lê di heman demê de destnîşan dike ku wê bilez lêpirsînekê derbarê êrişê de dest pê bike û kesên destê wan tê de heye bigire û cezayê herî giran li wan bibire.”

QSD’ê nasnameya şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) herwiha eşkere kir ku di operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de, 5 şervanên Hêzên El Şemal a Demokratîk şehîd bûne.

Dauxyanî wiha ye: “Di operasyonê de, 5 şervanên Hêzên El Şemal a Demokratîk piştî berxwedaneke dîrokî li hember şaneyên rêxistina terorîst, qaçaxan û sûcdaran şehîd bûn. Em sersaxî ji xwe û ji malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Di heman demê de israra me ya pêkanîna armancên şehîdan, parastina ewlehiya herêmê û welatiyan, zêde dibe.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Feyad Tirad El Ebdullah, li Îdlibê jidayîk bûye, 29’ê Tebaxa 2023’an li Dêrazorê şehîd bû.

Mihemed Mahir Helîb, li Îdlibê jidayîk bûye, 29’ê Tebaxa 2023’an li Dêrazorê şehîd bû. 

Mistefa Xalid Xetîb, li Îdlibê jidayîk bûye, 29’ê Tebaxa 2023’an li Dêrazorê şehîd bû. 

Mihemed Omer El Taha, li Îdlibê jidayîk bûye, 29’ê Tebaxa 2023’an li Dêrazorê şehîd bû.

Xalid Hemûd Zêno, li Îdlibê jidayîk bûye, 29’ê Tebaxa 2023’an li Dêrazorê şehîd bû. 

Hevalê me Enes şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand û eşkere kir ku şervanekî wan di operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de şehîd bûye.

Daxuyaniya ku Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parve kiriye wiha ye:

"Endamê me Enes El Rehal 30’ê Tebaxê, di operasyona "Xurtkirina Ewlehiyê” ya ku hatiye destpêkirin li hember çeteyan û kesên ku tevliheviyê çêdikin de şehîd bû.

Nasnameya şehîd wiha ye :

Enes El Rehal, li Tebqayê jidayîk bûye, 30’ê Tebaxa 2023’an li Dêrazorê şehîd bû. 

Êrişên li dijî QSD’ê li dijî me ye

Serokê Meclisa Qebîleya El Cibûr a Ereb Fewaz El Zewbei destnîşan kir ku çi êrişên li ser Hêzên Sûriya Demokratîk êrişên li dijî eşîr û qebîleyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.

El Zewbei diyar kir ku gelek aliyên derve û herêmî dixwazin fitneyê di nav gelên herêmê û êlên wê de derxin. Di pêşiya wan de Tirkiye heye. El Zewbei bang kir ku xelkê herêmê bi vê fitneyê neyê xapandin. Her wiha El Zewbei destnîşan kir ku hedefgirtina QSD`ê hedefgirtina êlên herêmê ye û got;“Şervanên QSD`ê ciwanên me ne. Em di bin siya wê û parastina wê de ne. Ji ber wê divê her kes bizane, yê şerê QSD`ê dike, şerê me jî dike.” El Zewbei got ew fitneya li ser çapemeniyê tê belavkirin, red dikin û got: “Tu fitneyeke erebî-kurdî nîn e. Em van axaftinan qebûl nakin.” El Zewbei, mudaxeleya rûspiyên li Tirkiyeyê rûniştine red kir û got: “Yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketin, nûnertiya me nakin. Tenê nûnertiya xwe dikin. Yên xwe firton aliyên din û yên li Tirkiye bila li cihê xwe bin û mudaxeleya herêmên me nekin.”

NAVENDA NÛÇEYAN