QSD’ê nasnameyên 3 şehîdan eşkere kirin

Pêncşem 28 Tîrmeh 2022 - 22:48

  • QSD’ê nasnameyên 3 şervanên xwe ku di bersivdana êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Girê Spî û Eyn Îsayê de şehîd bûbûn, eşkere kir.

QSD’ê nasnameyên 3 şervanên xwe ku di bersivdana êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Girê Spî û Eyn Îsayê de şehîd bûbûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 şehîdan eşkere kirin, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza tolhildanê da.

QSD´ê got, “Artêşa Tirk a dagirker bi taybet herêmên tê de xelk heye û gundên li eniyên şer topbaran dike, di encamê de sivîl şehîd dibin, her wiha zirareke mezin bi mal û milkên welatiyan jî dibe.

Dema hêzên me bersiva êrişên dagirkeriyê yên li dijî herêmên Girê Spî û Eyn Îsayê dida, 3 şervanên me şehîd bûn.
Her sê şehîdan fedakariyên mezin li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê  û rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst li her herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikir û mînakên lehengî û serfiraziyê bûn.

Berpirsyariya mezin ji êrişên zêde yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên me, dikeve ser milê dewletên garantorên agirbestê.

Em sersaxiya ji malbatên şehîdan û tevahî gelê xwe re dixwazin û soza tolhildanê û şopandina rêya wan heta serketin û rizgarkirina herêmên dagirkirî didin.”

Nasnameyên her sê şehîdan wiha ne:

- Serdar (Serdar Cuma Herco) kurê Emone û Cuma, sala 2004´an li Cerablusê ji dayik bûye, li Girê Spî 25’ê Tîrmeha 2022’yan şehîd bû.

- Qurşîn (Mihemed Şakir Hemê) kurê Gulê û Şakir, sala 1994´an li Kobanê ji dayik bûye, li Girê Spî 25’ê Tîrmeha 2022’yan şehîd bû.

- Hemed (Hemed Xalid El-Elac) kurê Emîne û Xalid, sala 2004´an li Reqayê ji dayik bûye, li Eyn Îsayê 27’ê Tîrmeha 2022’yan şehîd bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.