QSD′ê hewldana çeteyan têk bir

Çarşem 27 Îlon 2023 - 02:00

QSD′ê hewldana êrişeke nû ya komên çekdar ku hewl didan ji aliyê rojavayê çemê Firatê ve bikevin rojhilatê Dêrazorê, têk bir û got:"Herêm bi temamî di bin kontrola hêzên me de ye."

Li gorî agahiyên çavkaniyên leşkerî, hêzên wan di saetên derengiya şeva pêr de hewldana ketina komên çekdar ji aliyê rojavayê çemê Firatê ber bi herêmên rojhilatê Dêrazorê ve têk birin û di encamê de bi dehan kuştî  û birîndarên wan koman çêbûn.

Li gorî Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD):"Hêzên wan 2 komên çekdar ên girêdayî saziyên ewlehiyê yên rejîma Sûriyeyê li bajarokê Zîbanê dorpêç kirine."

Berpirsê Navenda Ragihandina QSD′ê axivî û got herêmên li rojhilatê Dêrazorê di bin kontrola hêzên wan de ne.

Navenda Ragihandina QSD′ê li ser malpera xwe ya fermî got hêzên wan tevahî komên çekdar ji bajarokê Zîbanê derxistine. Navendê herwiha ragihand, di vî şerî de 3 şervanên wan jî şehîd bûne.

ANHA/DÊRAZOR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.