Hêzên Sûriyeyê yê Demokratîk QSD’ê ragihand ku wan pêşî li derbasbûna çeteyên Dîfaa El Watanî yên girêdayî rejîma Sûriyê ne, girtine. Çeteyên rejîma Sûriyê şeva Duşemê, bi topan û çekên giran, êriş birin ser bajarokê Zîban û di encamê şer şer rûda. Di şer de 24 çete hatin kuştin û 31 ji wan jî birîndar bûn. Herwiha di encama êrişa çeteyan de, sivîlekî jiyana xwe ji dest da. Berdevkê QSD’ê Ferhad Şamî, daxuyaniyek da Şerqul Ewsed û da zanîn, wan hewldana çeteyên rejîma Sûriyeyê ya Zîbanê têk birine. Herwiha diyar kir ku leşkerên rejîma Şamê û çeteyên wê, mal û mizgeftên sivîlan, ji bo xwe lê veşêrin û tê de şer bikin, bikar tînin. Ferhad Şamî diyar kir ku hêzên rejîmê, piştgirî dane hewldana êrişa çeteyan, a bi topan û çekên giran û got:’’Gelek top li malên sivîlan û bazara li bajarok ketin û sivîlekî jiyana xwe jidest da. Saziyên xizmetê ji aliyê çeteyan hatin talan kirin û gelek kes jî birîndar bûn.’’ Di encama şer de 24 çete hatin kuştin, 31 çete jî birîndar bûn. Çeteyên birîndar birin nexweşxaneyên li El Meyadîn û Dêrazorê yên di bin kontrola rejîma Şamê de ne. Herwiha Ferhad Şamî da zanîn ku di şer de 4 şervanên wan jî şehîd bûne.
Em ê bersiva her êrişê bidin
Berdevkê QSD2ê Ferhad Şamî diyar kir ku QSD’ê li herêmê hin tedbîrên ewlekariyê wergirtine. Ji bo ewlehiya li herêmê, çend xalên kontrolê yên din ava kirine û dewriyeyan pêk tînin.
Hêjayî gotinê ye, çemê Firatê ku Dêrazorê dike du beşan, sînorê Sûriyeyê yê bi Iraqê re ye û di heman demê de ew herêmên ku QSD kontrol dike, ji herêmên din vediqetîne û. weke sînoreke leşkerî ye. Herêmên ku li rojavayê herêmê ye jî, ji aliyê hêzên rejîma Şamê tên kontrol kirin. Li vê deverê, hêzên Îranî, Libnanî û Iraqî ku ji aliyê Îranê ve tên destek kirin bicîh bûne. Ferhad Şamî îşaret bi wê yekê kir ku li hemû herêmên rojhilatê Dêrazorê QSD ji aliyê eşîretên Ereb û xelkê herêmê tê piştgirî kirin û ev dever di bin kontrola QSD2ê de ne. Ji bo bersivdayîna çeteyên bi rejîmê ve girêdayîne ew bi biryar in û ew ê li herêmê ewlekariyê pêk bînin.
NAVENDA NÛÇEYAN