QSD`ê bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ji bo şopandina şaneyên DAÎŞ’ê operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” da destpêkirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku wan dest bi operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” kirine û wiha got;“Li herêma Dêrezorê ji aliyê şaneyên DAÎŞ’ê ve li dijî li herêma Dêrezorê êrişên terorîstî tên kirin. Di heman demê de di civîna dawî ya di navbera Fermandariya Giştî ya hêzên me, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û şêx û rûspiyên eşîran de daxwaz û nêrînên xelkê derbarê şopandina şaneyên terorîst û tunekirina çavkaniyên wan hatin girtin. Li ser vî esasî û di çarçoveya bicihanîna erkên xwe yên leşkerî, netewî û exlaqî de, hêzên me, bi piştevaniya hêzên Koalîsyona Navneteweyî dest bi operasyona ” Xurtkirina ewlehiyê” li eniya rojhilatê Firatê kirin û bi taybet li herêma Dêrezorê. Ev operasyon berdawamiya operasyonên berê yên li herêma Cizîr û Reqayê ye, ji bo têkbirina şaneyên DAÎŞ`ê, pêşîlêgirtina li êrişên wan ên muhtemel û şopandina sûcdarên ku neheqî li xelkên sivîl kirine. Ji bilî wê şopandina qaçaxçiyên ku bazirganiyê li ser debara jiyana xelkê dikin.
Ev operasyon yek ji qonaxên pêşketî yên têkoşîna hevpare ku hêzên me bi piştgirî û piştevaniya hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê bi rê ve dibin û heta bigihêje armancên xwe wê berdewam bike. Hêzên ku di operasyonê de beşdar dibin wê li kêleka rêveberiya sivîl û rûspiyên herêmê ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê bixebitin û xwe bispêrin hişyariya xelkê ji metirsiya şaneyên terorîst, kesên sûcdar. Her wiha wê ev hêzên beşdar di pêkanîna erkên xwe de gav paşde neavêje û bi awayekî tund li terorîst, kesên sûcdar û her kesê ku wan vedişêrin, bide.”
NAVENDA NÛÇEYAN