Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li gundewarên Dêrazorê dabû destpêkirin, di roja 5`an de didome. Navenda Ragihandinê ya QSD`ê diyar kir ku operasyon li gorî plana wan bi rê ve diçe.
Operasyonê ji 3 baskan ve dest pê kir; baskê yekemîn li gundewarê bakurê Dêrazorê, ji navçeya Sorê û heta çemê Firatê û herêma 7 Kîlometreyan digire nava xwe, baskê duyemîn li gundewarê rojhilatê Dêrazorê û ji navçeyên girêdayî bajarokê Bisêra û heta sînorên Sûriye-Iraqê bajarokê Baxozê digire nava xwe, baskê sêyem jî li gundewarê rojavayê Dêrazorê ji çerxerêya Mamil û heta herêmên îdarî yên girêdayî Reqayê digire nava xwe.
ROJA YEKEMÎN: Di roja yekemîn a operasyonê de, hêzên QSD`ê armancên operasyonê li baskê sêyemîn “gundewarê rojavayê Dêrazorê” pêk anîn. Di wê çarçoveyê de 5 çeteyên DAIŞ`ê, 8 bazirganên madeyên hişbirê hatin girtin û 3 kesên êrişî hêzên operasyonê kirin, hatin kuştin.
ROJA DUYEMÎN: Di roja duyemîn de jî, QSD`ê giranî da gundewarên bakur û rojhilatê Dêrazorê û operasyonên xwe li wan herêman berfireh kirin. Li gorî daxuyaniya QSD`ê, di operasyonê de “êrişkarên ku êrişî hêzên operasyonê kiribûn, bazirganên madeyên hişbirê û kesên ku zilm li sivîlan kirine jî hedef hatine girtin.”
Di wê çarçoveyê de, bi taybet li baskê yekemîn “gundewarê bakurê Dêrazorê” li ser rêya El-Ezbê-Konîko 3 çeteyên DAIŞ`ê yên ku hewl dan birevin, hatin girtin. Her wiha di operasyona serdegirtinê de 2 bazirganên madeyên hişbir hatin girtin û miqdarek madeyên hişbir ên bi wan re hatin desteserkirin.
ROJA SÊYEMÎN: Di roja sêyemîn de hêzên operasyonê li bajaroka El-Seede ya li bakurê Dêrazorê rû bi rûyê êrişa çekdarî bûn. Di encamê de şervanekî QSD`ê û jinek şehîd bûn, hejmareke xelkê li cihê êrişê bûn jî birîndar bûn. QSD´ê bersiva êrişê da û 3 çeteyên DAIŞ`ê ku yek ji wan serçete bû, hatin girtin.
Piştî êrişa li dijî hêzên QSD`ê û li beramberî tevlîheviya ku li gundewarên rojhilat û bakurê Dêrazorê derketiye, hin saziyên sivîl û rê hatibûn girtin û êrişa li dijî QSD`ê hatibû teşwîqkirin, tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin û operasyon hat berfirehkirin.
ROJA ÇAREMÎN: Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” di roja xwe ya çaran de li baskê yekemîn “gundewarê bakurê Dêrazorê” û hin parçeyên baskê duyemîn “gundewarê rojhilat” dewam kir. Şervanên beşdarî operasyonê bûne diyar kirin ku operasyon baş bi rê ve diçe, çarçoveya armancên wê hatiye berfirehkirin.
Bi giştî, heta niha di çarçoveya operasyonê de 11 çeteyên DAIŞ’ê, 10 bazirganên madeyên hişbirê hatine girtin, 3 êrişkar hatin kuştin. Li gundewarê rojavayê Dêrazorê û rûberên berfireh ên gundewarê rojhilatê Dêrazorê jiyan asayî ye.
NAVENDA NÛÇEYAN