QSD’ê 4 DAIŞ’î girtin

Şemî 24 Tebax 2024 - 01:45

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Tîma Operasyonên Leşkerî yên girêdayî wê şaneyeke DAIŞ’ê ku ji 3 çeteyan û jinekê pêk tê, girtiye.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:’’Di operasyonê de hêzên me miqdareke teqemeniya şaneya terorîst desteser kir. Şane plan dikir ku bi rêya van teqemeniyan nuqteyên leşkerî û saziyên xizmetguzariyê biteqînin.

Hêzên me teqez dikin ku dê operasyonên li dijî şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê berdewam bikin ta jêderên wan ên madî û leşkerî tune bikin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.