Fermandariya Giştî ya QSD’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên dagirkirî zêde kirine, daxuyaniyek weşand û got, “Îdîayên dewleta Tirk a dagirker ên pêkanîna êrişan li dijî hêzên me, tenê hewldanên lawazkirina hêzên niştîmanî ye.”
QSD’ê destnîşan kir ku hêzên wan wê girêdayî parastina herêmê û pêkhateyên wê û misogerkirina paşerojeke ewle bin û got, “Îdîayên dewleta Tirk a dagirker ên pêkanîna êrişan li dijî hêzên me, tenê hewldanên lawazkirina hêzên niştîmanî ye. Êdî aliyên Sûriyeyê jî dizanin ku armanca lawazkirina hêzên me, dagirkirina bêhtir deverên Sûriyeyê û bandorkirina li serweriya niha û di siberojê de ye.”
Fermandariyê di dewama daxuyaniya de got, “Dewleta Tirk a dagirker di vê hefteyê de êrişên xwe yên hovane li dijî xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nexasim yên li herêmên Şehbayê ku koçberên Efrînê lê bi cih bûne û li Minbic, Eyn Îsa û herêmên Cizîrê zêde kirine. Di encamê de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 4 welatiyên din jî birîndar bûn. Di nav van de 2 zarok hene.
Ev êriş demeke dirêj bûn hatine pîlankirin û li benda dema guncav bû. Bi taybetî paşguhkirina sûcên belgekirî yên li dijî xaka Sûriyeyê û bi taybetî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê komeleyên navneteweyî yên berpirs ve, her wiha bêdengiya wan a li hember destekdayîna rêxistinên terorîst ên li deverên dagirkirî, ev yek teşwîq kiriye.
Dixwazin hêzên me lawaz bin
Dewleta Tirk dixwaze tevahiya lihevkirinên niha û yên paşerojê li gel hêzên navneteweyî ji bo mayîna hêz û çeteyên xwe li Sûriyeyê bi kar bîne. Ev armancên kirêt ên van êrişan in. Propagandaya dewleta Tirk a dagirker li ser êrişa li dijî hêzên me, hewldanek e ji bo lawazkirina hêzên nîştimanî yên li dijî pîlanên wê yên mêtingeriyê. Lê êdî divê tevahiya aliyên Sûriyeyê hişyar bin: hewldana lawazkirina hêzên me, bi armanca dagirkirina deverên din ên Sûriyeyê ye û bandorkirina li serweriya niha û di paşerojê de ye.
Hişyariya gel silav kir
Dewleta Tirk baş dizane ku ne tenê em, lê belê gelê me bi vîna xwe li hember êrişên wê disekine. Em hişyariya nîştimanî ya gelê xwe silav dikin. Em şervanên li eniyên şer, fedakariyên wan û şehîdên xwe silav dikin. Domandina êrişên dewleta Tirk ya dagirker û sûcên wê, wê bêbersiv nemînin û hêzên me jî wê ji her demê zêdetir herêmê biparêzin û paşeroja bi ewle ya pêkhateyên herêmê were misogerkirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN