QSD Dêrazorê ji çeteyên ser bi rejîmê paqij dike Wekî DAIŞ´ê ne

Çarşem 6 Îlon 2023 - 00:02

  • Operasyona QSD’ê ya ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ ya li herêma Dêrazorê dewam dike. Di çarçoveya operasyonê de, gundekî Zîbanê hate paqijkirin û 4 endamên Dîfa El Wetanî hatin girtin. 

Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ ya QSD′ê ji bo paqijkirina gundewarên Dêrazorê ji şaneyên veşartî yên çete, kesên derveyî qanûnê tev digerin û bazirganên madeyên hişbirê dewam dike. Navenda Ragihandinê ya QSD′ê bi daxuyaniyekê ragihand ku gundê  Hewayîc ê ser bi bajarokê Zîbanê yê rojhilatê Dêrazorê hat paqijkirin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Gundê Hewayîc ê bajarokê Zîbanê yê rojhilatê Dêrazorê, hat paqijkirin. Hêzên me li kolana giştî bi pêş ve diçin. Di şer de 4 endamên Dîfa El Wetanî hatin girtin."

Em ê dawî li tevliheviyê bînin

Endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, Ebû El Haris El Şiîtî got, bûyerên li bajar û bajarokên Dêrazorê rû didin ber bi aramiyê ve diçin. Her wiha diyar kir ku ew bi israr in dawî li vê tevliheviyê bînin û herêmê ji çeteyan paqij bikin.

Ebû El Haris der barê bûyerên li Dêrazorê û operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê de” wiha axivî: “Operasyon di roja xwe ya 10’an de didome û em niha li herêma El Şihêl in, ku lêgerîn li pey çete û komên çekdar ên ku derbasî herêmê bûne, didomin. Ew kom bi awayekî sînordar li nav herêmê belav bûn û dema derfet ji wan re vebû wan saziyên sivîl û xizmetguzariyê yên wek stasyonên avê, kehrebeyê û şaredarî talan kirin û malên sivîlan dizîn.”

Ebû El Haris eşkere kir ku ew ê bi israreke mezin tevliheviya çêbûyî bi dawî bikin: “Moralê hevalên me bilind e û israra wan a paqijkirina herêmê ji DAIŞ û çeteyan û bidawîkirina fitneyê bilindtir dibe.”

Mizgeft û goristana şehîdan wêran kirin

Çeteyên Newaf El-Beşîr û Dîfa El-Wetenî, Goristana Şehîdên Firatê ya li  bajarokê Hecînê û mizgefta Şiêtat talan û wêran kirin. Çeteyên Newaf El-Beşîr û Dîfa El-Wetenî hewl didin ewlehî û îstîqrara herêmê, bi taybetî ya Dêrazorê xirab bikin. Kirinên çeteyên El-Beşîr û yên Dîfa El-Wetenî ji kirinên çeteyên DAIŞ û yên rejîma Enqereyê ji hev cuda nînin.

Goristana Şehîdên Firatê ya li Hecînê di 2020′an de hate avakirin. Di goristanê de cenazeyên 16 şervanên  QSD′ê û Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê hene.

Di dîmenekê de diyar dibe çawa çeteyên Newaf El Beşîr û çeteyên Dîfa El Wetenî û çeteyên din li Goristana Şehîdên Firatê gorên şehîdan xirab dikin û sûra goristanê talan dikin. Ji vê zêdetir jî  Mizgefta Şiêtat a li beramberî goristanê wêran û talan dikin. Sûcên çeteyên Newaf El Beşîr û yên Dîfa El Weten ji sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî nirx û baweriyên gelê Sûriyeyê ne cuda ne. Di nîvê sala 2021′ê de dagirkeran gorên Şehîdên Berxwedana Serdemê kolandin, cenazeyên şehîdan derxistin û ber bi cihekî nediyar ve birin û weke goreke komî nîşan dan.

Hêzên me yên QSD’ê wê bi ser kevin

Rûspiyên êlên Reqayê destnîşan kirin ku QSD`ê, dê bi ser kevin û dê ewlehiyê li Dêrazorê vegerînin, dê kesên destê wan di fitneyê de hene, têk bibin. Rûspiyan bang li rûspî û xelkê Dêrazorê kir ku dû nedin fitneyê û aqilane tev bigerin.

Rûspiyê êla El Şeîb şêx Elî El Şeîb got:“Hin alî xwestin fitneyê li Dêrazorê derxin, ewlehiya li herêmê têk bibin, projeya Rêveberiya Xweser a herêmê tune bikin. Desthilatên rejîmên li herêmê, pê dihesin ku ev proje li ser wan xetere ye. Em bi QSD`ê re ne ku bi hebûna wê, ewlehî li herêmê peyda bû. Tu serdem wek ya QSD`ê derbas nebû û em dikarin bi serdema zêrîn nav bikin. Em sûriyeyî ne û xelkê herêmekê ne. Divê em biratiya gelan ji xwe re bikin bingeh û cudahiyê nexin navbera Kurd, Ereb û Suryan.”

Rûspiyê êla El-Mûsa, El-Zahir Ayid El-Hadî jî got, “Em di nav aştiyê û lihevkirinê de dijîn. Lê ev dewlet û komên xayîn ên li Tirkiye û Erebistana Siûdî, dixwazin fitneyê çêkin.” El Hadî dawiyê îşaret bi şervanên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundir kir, ew weke zarokên herêmê bi nav kirin û got, “Divê xelkê me yê Dêrazorê, bi aqilane tev bigere, guh nede şerê propagandayê ku îdîa dikin şer, di navbera Kurd û Ereban de ye. Lê belê, hewldaneke derxistina fitneyê ye ku armanca wê têkbirina Rêveberiya Xweser e. Lê belê wê hêzên me bi ser kevin û ewlehiyê li herêmê vegerînin.”

Li Zîbanê 18 çete hatin kuştin

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di çarçoveya operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de, gundê Hewayîc paqij kir û beşekî mezin ji gundê Teyana û bajarokê Zîbanê yên Dêrazorê paqij kir. Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD′ê Ferhad Şamî ragihand ku operasyona leşkerî ya li djiî şaneyên DAIŞ’ê û komên çekdar ên sûcdar li navçeya Zîbanê berdewam dike ku ji gundên Hewayîc û Teyanayê pêk tê. Şamî diyar kir ku dibe di demeke kurt de şer li navenda navçeya Zîbanê bi dawî bibe. Her wiha îşaret pê kir ku çete ber bi aliyê rojava yê çemê Firatê ve reviyan. Her wiha Ferhad Şamî da zanîn ku li gund û taxên navenda navçeya Zîbanê 18 çete hatin kuştin û 4 çeteyên Dîfa El Wetenî hatin girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.