QSD: 6 şervanên me şehîd bûn
Sêşem 6 Sibat 2024 - 00:46
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku di êrişeke çeteyên hikumeta Şamê de li Dêrazorê 6 şervan şehîd bûne. Navendê di daxuyaniyê de got: "Di êrişa balafireke xwekuj ku ji herêmên çeteyên hikumeta Şamê hatiye, li dijî akademiya perwerdeyê ya li El Omer a rojhilatê Dêrazorê 6 şervanên me şehîd bûne. Em êrişa terorîst şermezar dikin û dibêjin, em ê bersiva guncav bidin êrişkaran."
NAVENDA NÛÇEYAN