• Di roja 230´î ya greva birçîbûnê de berxwedêrên li hepsan çalakî bire asteke din û êdî dorê her 15 rojan carekê diguherin.  

Girtiyên ji dozên PKK û PAJK'ê li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li hepsan, bi greva birçîbûnê di roja 231´ê de li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê jî di roja 210’an de û ya li Yewnenistanê jî di roja 193’yan de ye. 

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca betalkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li hepsan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bi dor kirin. Wan şikandina tecrîda mutleq a 22 salan li Hepsa Girava Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind li dijî Ocalan ji xwe re kir armanc. Doh koma 47’an greva birçîbûnê di roja 230´î de dewr girt. Berxwedêran da zanîn ku berxwedana wan ketiye qonaxeke nû û ew êdî 15 rojan carekê dorê didin komeke nû. 

Li Mexmûr û Lavrîo jî dewam dike  

Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest di roja 210’an de didome.

Penaberên li Kampa Lavrîo ya li Yewnanistanê jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li hepsan, greva birçîbûnê ya bi dor di roja 193’yan de dewam dikin. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewrûpayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
200 Rojan greva birçîbûnê ya bê dor

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, 8’ê Mijdara 2018’an, li dijî tecrîdkirina Ocalan, li Hepsa Amedê ya Tîpa E dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bê dor kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû. 1’ê Adarê jî çalakiya Guven li tevahiya hepsan belav bûbû. 

Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribû. Dîsa li hepsên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.

Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Elmanyayê Krefeldê, di 20’ê Sibatê de welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîdkirina Ocalan, Zulkuf Gezen (33) 17’ê Adarê, li Hepsa Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê Ayten Beçet (24) 23’ê Adarê, li Hepsa Jinan a Gebzeyê Zehra Saglam (23) 24’ê Adarê, li Hepsa Tîpa T a Oltûyê Medya Çinar (24) 25’ê Adarê, li Hepsa Tîpa E ya Mêrdînê Yonca Akîcî 1’ê Nîsanê, li Hepsa Jinan a Şakranê Sîraç Yuksek 2’yê Nîsanê, li Hepsa Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî 5’ê Nîsanê li Hepsa Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2 û 22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn.

NAVENDA NÛÇEYAN