Qîtik û Jin jiyan azadî

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 30 Cotmeh 2023 - 00:12

Beriya çend rojekî, li mala Zêrgûziyekî, malxê malê behsa qîtik kir. Min ev teyr nas nedikir. Malxê malê behsa wî teyrî kir: meşeke wî ya pirr xweşik heye û pirr emir dike, dibêjin 500 sal emir dike. Gava mirov xweşiyê, saxiyê ji kesekî re dixwaze, dibêje, tu bi qasî qîtik emir bikî!

Na wele ez ê li ser qîtik nenivîsim. Lê li ser Armîta Girawendê, min hez dikir temenê wê temenê qîtik be, heta ji yê qîtik zêdetir be. Ne ku ez dizanim ka temenê qîtik di warê biyolojîk de bi rastî 500 sal e yan na; lê ew keça 16 salî, tenê ji ber ku serê xwe nenixumand, rastî destwerdana polêsê hîcabê yê Îranê hat! Êriş eynî weke êrişa li dijî Jîna Amînî, li metroya Tehranê pêk hat, teqrîben salekê piştî êrişa li dijî Jîna Amînî. 

Jîna Amînî ya bi saxî tenê 22 sal emir kir jî, bi êşkenceyê kirin komayê û 16´ê Îlona 2022´yan yanî beriya bibe 23 salî bi 5 rojan, ew di encama êrişa rejîma Îranê de şehîd bûbû. Her çî Armîta ya 16 salî ye 1´ê Cotmeha îsal rastî êrişa wan polêsên bêexlaq hat. Ev qederê mehekê bû ku di komayê de bû. 22´yê Cotmehê, bijîşkên nexweşxaneya li Tehranê, ew weke “mêjiyê wê mirî” ragihandin. Pêr Armîta ya 16 salî ya ji Kirmaşanê şehîd bû. 

Şehadeta Jîna Amînî bi xwe re li Îranê, li dijî rejîma heyî pêleke xwepêşandanan da destpêkirin. Serê pêşî, li Seqizê û Kurdistanê, pêre pêre li seranserê Îranê lanet li rejîma Îranê hat barandin. Lê ya herî muhim ew bû ku di destpêka vê pêla xwepêşandanê de li bajarên Azerbeycana Îranê û li paytexta Îranê Tehranê jî xwepêşandêran sloganên “Kurdistan ne bi tenê ye” gotin. Xwepêşandan zûzûka li temamê Îranê belav bûn û nexasim jî Kurdistan û Belûçistan xwedî li vê şoreşa nû derketin: Şoreşa Jin jiyan azadî! 

Hem rejîmê êriş bire ser vê şoreşê, hem jî hêzên nijadperest ên Îranî û hêzên şahperest xwestin wê ji rêya wê derxin. Eşkere ye ku bi ser neketin. Lê rejîma Îranê dev ji êrişên xwe berneda û şehîdkirina wê keça 16 salî ya Kirmaşanî, nîşana vê yekê ya sembolîk e. 

Heger rejîm dikare bi êrişên wiha sembolîk dijberiya xwe ya şoreşê xuyayî bike, gelo gelên Îranê û nexasim jî Kurdên Îranê wê çawa bikin? Va ye, rejîmê nehişt malbata Armîta, cenazeyê keça xwe bibe Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê xwe Kirmaşanê veşêre. Rewşa nûçeyan gava min ev nivîs dinivîsî, hîna neguhertibû. Heta li gorî nûçeyan, îstixbarata Îranê ya yanî “Îtlaetê” gef li malbatê xwarine: Bi ti awayî li Kirmaşanê taziye wê neyên qebûl kirin û ti merasim wê neyê kirin.

Rejîm li Kurdan şîna wan jî qedexe dike. Qedexekirina şînê, yek ji wan rengên zilmê ye ku di dîroka mirovahiyê de weke bûyerên herî trajedîk hatine qebûlkirin. Mirov çawa weke adetê miriyên xwe nikaribe veşêre û şîna xwe nikaribe bigire! 

Helbet miletê Kurd wê vê qebûl neke û wê bi têkoşîna xwe û şoreşa Jin jiyan azadî jî bike ku temenê Jîna Amînî û Armîta Girawend bibe 500 sal û jê jî bibihure! Miletê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û li hêlên din ên Kurdistanê wê bi dirûşima xwe, bihêle ku qîtik jî dilê xwe bibijîne, temenê van her du jinên ciwan ên Kurd “Jîna” û “Armîta”: Jin jiyan azadî!

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.