Bi nêzîkbûna salvegera êrişên qirkirinê yên 3'ê Tebaxa 2014'an ên li dijî Şengalê re, jinên Êzîdî meşek li dar xist. Di meşê de jinan xwest ku qirkirina li dijî Êzîdiyan û statuya xweser a Şengalê bên naskirin.
Bi sedan jinên ku li Sûka Kevin a Şengalê civiyan, wêneyên ji êrişên qirkirinê hildan û ji bo temsîla jinên ku DAIŞ'ê ew revandin û ew kirin kole, komeke jinan kincên reş li xwe kirin, destên xwe bi zincîrê girêdan.
Em xweseriyê dixwazin
Di meşê de dirûşmên "Em xweseriyê dixwazin", "Bijî berxwedana Şengalê", "Bimire xiyanet", "Berxwedan û têkoşîna jinan wê pêşî li fermanan bigire" hatin gotin.
Jin ber bi lofên Şengalê ve meşiyan ku ev der weke cihê destpêkirina êrişên qirkirinê tê naskirin. Jinan bang li civaka navneteweyî kir da ku Qirkirina Êzidiyan û statuya xweser a Şengalê fermî nas bike.
Endama Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) Fehîme Silêman got, "3'ê Tebaxa 2014'an bi sedan, bi hezaran jin li vê rêyê kirin kole û dan meşandin."
Meşê vediguherînin meşa azadiyê
Fehîme Silêman got, "Em jî dixwazin meşa qirkirinê ya ji vê kolanê dest pê kir, îro veguherînin meşa azadiyê."
Fehîme Silêman di dewamê de got, "Me êşa zarokên xwe, keç û hevserên xwe dît. Ji bo êşên nû nebînin, em dixwazin xwe bi rê ve bibin. Ji bo xweparastinê me asayîşa xwe ava kir, hêza xwe ya leşkerî, rêxistina xwe ya jinê ava kir." Fehîme Silêman ji bo naskirina statuya xweser a Şengalê bang kir.
ŞENGAL