- Li bajarê Tirkiyeyê Edenê, di encama serdegirtina malan de dih 10 kes hatin girtin, û hêzên Tirk ew xistin nezaretê.
Li bajarê Tirkiyeyê Edenê, di encama serdegirtina malan de dih 10 kes hatin girtin, û hêzên Tirk ew xistin nezaretê. Li aliyê din ji 23 jinên di qirkirina siyasî de beriya bi sê rojan li Amedê hatibûn girtin, 15 sewqî edliyeyê kirin.
Doh danê sibehê, polêsên Tirk li navçeyên Seyhan, Yuregîr û Ceyhanê yên Edeneyê bi ser gelek malan de girt. Bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dîjîtal û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” polêsan bi ser malan de girt. Di encamê de herî kîm 10 kes hatin girtin û polêsan ew xistin nezaretê.
Li aliyê din ji 23 jinên beriya bi 3 rojan di qirkirina siyasî de li Amedê hatibûn girtin û di nezaretê de bûn, 15 sewqî edliyeyê hatin kirin. 8 jinên mayî gava nûçeya me dihat amadekirin, hîna îfadeya wan dihat girtin. Di îfadeyan de pirsên elaqedarî çalakiyên 25´ê Mijdarê, 8´ê Adarê û Peymana Stenbolê hatine kirin.
EDENE/AMED