Qirkirina ekolojiyê didome
Şemî 14 Hezîran 2025 - 03:00
Endama Kolektîfa Ekolojiyê ya Polen Derya Sever da zanîn ku hilweşîna ekolojîk, binpêkirina kedê û zayendpersetî girêdayî hev in û hilweşîna ekolojîk ji bo şer alavek e.
Li dijî qirkirina ekolojiyê û avakirina civakek ekolojîk bi salane bi pêşengiya ekolojîstan têkoşîn didome. Endama Kolektîfa Ekolojiyê ya Polen Derya Sever, der barê aştiya di qada ekolojîk de pêk bê axivî.
Şer piralî ye
Derya Seven da zanîn ku hilweşîna ekolojîk, binpêkirina kedê û zayendpersetî girêdayî hevin û hilweşîna ekolojîk ji bo şer alavek e. Derya Sever wiha got: “Şer xweza û jiyana ekolojîk wek stratejî bi kar tîne. Heta ku binpêkirina kedê, pergala kapîtalîst bi dawî nebe wê pêvajoya aştiyê jî temam nebe. Hat gotin ku li gel ku ji petrola ji Kurdistanê hatiye derxistin bi trîlyonan dolar kar hatiye kirin jî barê xizaniya heyî li jin, zarok û gel tê birîn. Heta ev bê edaletî bi dawî nebe, pevçûn jî bi dawî nabin. Divê tevgera jinan û a azadiya Kurd û ekolojîk bi hev re têbikoşin. Şer piralî ye.”
Têkoşîna hevpar divê
Derya Sever di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Aştiya xwezayê divê bi pêşengiya jinan pêk bê. Bêyî aştiya ekolojiyê û zayendê ji bo gelan jî aştî ne pêkane. Pergal neguhere wê hilweşîna ekolojîk bidome. Divê têkoşîna hevpar a ekolojîk bê hûnandin.”
JINNEWS/STENBOL/ROZERÎN GULTEKÎN