Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dîsa sivîl revandin. Her wiha êşkence li jineke extiyar jî kir. Wê bi çeteyên xwe 2 hezar darên din jî li Efrînê dan birrîn.

Li gorî agahiyên ji Efrîna dagirkirî, çeteyên Ceyş El-Nuxbe yên dewleta Tirk li gundên Şêxûtka û Amara yên ser no Mabatayê, bi ser malên sivîlan de girt û gelek kes revandin. Heman çavkaniyan navên çend kesên revandî wisa hilda: Îmad Ehmed û Farûq Henan. Çeteyan sivîl ber bi cihekî nediyar ve birin.

Hat zanîn ku çeteyan ji malbatên kesên revandî, hezar dolar wek fîdye xwestiye da ku wan serbest berdin.
Çeteyên dewleta Tirk ên bi navê Firqeya Sultan Murad 11'ê Tebaxê ji gundê Qirtqilaqê yê navçeya Şera ya Efrînê zêdetirî 30 gundiyî tevî jin û zarokan, revandibû.

Çavkaniyeke din a ji Efrînê da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk li bajarokê Incarê yê li rojavayê Helebê, êşkence li pîrejina bi navê Leyla Hec Mehmûd kirine. Leyla Hec Mehmûd, 26'ê Tebaxê çûye mala xwe û ji çeteyan xwestiye ku ji mala wê derkevin.

Darbirrîn nasekine 

Çeteyên dewleta Tirk ên bi navê Mehmed Fatîh, Suleyman Şah, Lîwa Semerqend û Lîwa El Weqas li devera daristanî ya navbera navçeyên Şiyê û Cindirêsê zêdeyî 2 hezar daran birrîn.

Hate ragihandin ku çeteyan di bin çavdêriya çeteyê bi navê Ebû Hisên de dar birrîne û êzing jî ji bo firotinê şandine Tirkiyeyê.

Dewleta Tirk ji dema dagirkirina Efrînê û vir ve zêdeyî 327 hezar dar birrîne û zêdeyî 17 hezar dar jî şewitandine.

EFRÎN