- Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê qirkirinê bi du awayan dewam dike.
Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê qirkirinê bi du awayan dewam dike. Li aliyekî ji bo çeteyên xwe yên dagirker avahiyên nû yên dagirkeriyê çêdike, li aliyekî jî zilma xwe li ser Kurdên Efrînê kîm nake, da ku wan ji deverê bike der.
Ji bo guhertina demografiya herêmê, bi hevkariya komeleyên di bin navên "mirovî û xêrxwazî" de kar dikin, li Efrînê avahiyên mêtingeriyê ava dikin. Beriya çend rojan li Efrînê projeyên mêtingeriyê yên nû hatin destpêkirin.
Komeleya bi navê ‘El-Eyadî El-Beyda’ ya Kuwêtê li ser hesabê xwe yê Facebookê da xuyakirin ku li gundê Şadrê yê Êzîdiyan ê li navçeya Şêrewa ya kantona dagirkirî bi navê "Besme" amadekariya vekirina qonaxa duyemîn a projeya avahiyên mêtingeriyê dike.
Hate gotin ku proje ji 125 avahiyan pêk tê û dê 600 çete û malbatên wan ên ji herêmên Sûriyê, di wan de werin bicihkirin.
Çavkaniyên ji hundirê Efrînê jî ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker 4 welatî revandine û welatiyek jî dadgeh kirine û 3 sal ceza lê birrîne.
Çavkaniyan got, çeteyên "polêsên leşkerî" bi fermana rasterast a istîxbarata dewleta Tirk (MIT) 4 welatî revandine. Yek ji van welatiyan jî kal bûye. Çavkaniyan da zanîn ku Ebdulwehab Mistefa Hemo (70 salî) ji gundê Dumilya ya navçeya Mabeta, Serxwebûn Ehmed Memo (32 salî) ji xelkê Bilbilê, Mihemed Mistefa (weke Hemûdê Mist Kinikê tê naskirin) ji gundê Şêxûtka yê navçeya Mabeta û Ebdureqîb Elî Henan ji gundê Heyatê yê navçeya Mabeta hatine revandin.
Her wiha dadgeheke Tirk, welatiyê bi navê Serbest Ekaş Birîm yê ji gundê Memila yê navçeya Mabeta dadgeh kir û 3 sal ceza lê birrî.
Çeteyên Mehmet Fatîh ên Turkmen, Serbest Ekaş Birîm revandibûn û radestî MÎT´ê kiribûn. MÎT´ê jî ew biribû Tirkiyeyê. Bi vî awayî hiqûqa navneteweyî careke din eşkere hat binpêkirin. Li gorî qanûnên navneteweyî ne ji mafê ti dewletê ye ku welatiyên dewletên din darizîne.
EFRÎN/ŞEHBA