Qirker ji qesrê revî

Nûçeyên Cîhan

Yekşem 10 Tîrmeh 2022 - 22:18

  • Serokkomarê Srî Lankayê Gotabaya Rajapaksa ji qesra xwe ya ku ji aliyê sed hezaran kesî ve dorlê hatibû girtin, reviya. Serokwezîr jî îstîfa kir. 

Serokkomarê Srî Lankayê Gotabaya Rajapaksa ji qesra xwe ya ku ji aliyê sed hezaran kesî ve dorlê hatibû girtin, reviya. Serokwezîr jî îstîfa kir. Rayedaran da zanîn ku serokkomar jî wê îstifa bike.

Bi mehan e li welat çalakiyên protestoyî hene. Belê pêr, xelkê bi sedê hezaran li paytext Colombo, dest danîbû ser qesra Serokkomariyê û buroyên Wezareta Darayî û Serokkomariyê.

Hin kes jî ketin mala taybet a Serokwezîr Ranil Wickremesinghe û mal şewitandin.

Gava xelkê bi ser sekreteriya seroktiyê de girt, ew bi kêfxweşî di odeyên xwe radizan. Wan pişta xwe bi qedexeya derketina derve germ kiribû. Lê xelkê guh neda qedexeyan.

Di destwerdanê de hêzên dewletê 3 kes qetil kirin û 52 kes jî birîndar kirin. Serokkomar Rajapaksa saet 10:00’an ji qesrê reviya. Niha li cihekî “ewle” hêzên taybet wî diparêzin.

Serokkomar îstîfa dike

Seroka Meclîsê Mahinda Abeywardana ragihand ku Rajapaksa "ji bo veguherîna aştiyane di 13’ê Tîrmehê de wê îstifa bike."

Piştî civîna awarte ya bi serokên partiyan re, serokwezîr Ranil Wickremesinghe jî ji bo avakirina hukûmeta yekîtiya neteweyî, îstifa kir.

Yanî êdî serokê parlamenê 30 rojan wê welat bi rê ve bibe. Di wê demê de, parlementer divê serokekî nû hilbijêrin û ew ê heta sala 2024’an li ser hukm bimîne.

Ev sê meh in ku xelkê welêt li derdora buroyên serokkomariyê kon vedide. Di xwepêşandanên Gulanê de 9 kes miribûn û bi sedan kes jî birîndar bûbûn.

Li welêt birçîbûnek giştî heye. Sotemenî têr nake, rojane ceyran tê birrîn.

Pereyê neteweyî ji Adarê ve ji sedî 50 nirxê xwe kêm kiriye, û welat ji Nîsanê ve nikare deynê xwe yê derve yê 51 milyar dolar bide.

Serokkomar ji eşîra Rajapaksa ye ku Tamîl li welêt qir kiribûn. Sala 2009’an, şerê 37 salan ê li dijî gelê Tamîlê, bi pêkanîna komkujiyan û qirkirinekê bi dawî bû. Mahinda Rajapaksa ji 2005 heta 2015’an serokkomar bû. Ew piştre ji 2019’an heta 2022’an serokwezîr bû. Ji ber vê yekê, têkoşîna Tamîlî di dema Rajapaksa de bi rengekî xwînî hate şikandin. Birayê wî, Wezîrê Maliyeyê Basil Rajapaksa, bi xespkirina pereyên giştî û gendeliyê tê sûcdarkirin.

Tamîlî ji ber vê yekê ji Rajapaksayan nefret dikin.

Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî, di hefteyên dawî yên şerê bi Tamîlan re 40 hezar sivîl hatin kuştin. Li gorî texmînan, hejmara rastîn ji vê pirr zêdetir e. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.