Serokwezîr bû serokdewlet

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 20 Tîrmeh 2022 - 21:33

  • Parlamena Srî Lankayê serokdewletekî nû hilbijart. Lê serokdewletê nû, serokwezîrê berê ye.

Parlamena Srî Lankayê serokdewletekî nû hilbijart. Lê serokdewletê nû, serokwezîrê berê ye. Yanî parlamenê serokdewletê demkî Ranil Wickremesinghe weke serokdewlet hilbijart. 

Lê ji ber ku xwepêşanderan dixwest serokwezîr jî îstîfa bike. Çalakiyên xelkê dewam dikin. 

Ji 225 parlamenteran 134’an dengê xwe da Ranil Wickremesinghe. Lê ew ne ew kes e ku dawiyê li nerazîbûna xelkê bîne. Lewma xwepêşanderan ji berê ve dixwest ew jî îstîfa bike. Wickremesinghe 73 salî ye. Ji sala 1977’an ve ew dikeve parlamena Srî Lankayê û heta niha 6 caran bûye serokwezîr.

Li welat nerazîbûna ku ji ber krîza aborî ya giran veguherî raperînê kiribû serokdewletê berê Rajapaksa û malbata wî ya di rêveberiyê de îstîfa bike û ji welat bireve. Xwepêşanderan piştî hilbijartina Wickremesinghe da zanîn ku ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.

COLOMBO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.