Li Srî Lankayê rewşa awarte hat ragihandin

Nûçeyên Cîhan

Duşem 18 Tîrmeh 2022 - 21:33

  • Li gorî agahdariyeke hikûmetê pêr derengî şevê, serokê demkî yê Srî Lankayê, serokwezîr Ranil Wickremesinghe rewşa awarte li welat ragihand.

Li gorî agahdariyeke hikûmetê pêr derengî şevê, serokê demkî yê Srî Lankayê, serokwezîr Ranil Wickremesinghe rewşa awarte li welat ragihand.

Serokê demkî yê Srî Lankayê Ranil Wickremesinghe rewşa awarte bi armanca ku beriya dengdana hilbijartina serokekî nû, di nava vê hefteyê de rê li ber tevliheviyê bigire, ragihandiye.

Rêveberiya Ranil Wickremesinghe hewl dide qeyrana aborî ya li welat çareser bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji Nîsanê ve dema ku xwepêşandanên ji ber qeyrana aborî û rewşa jiyanî ya xirab dest pê kir, rêveberên Srî Lankayê çend caran rewşa awarte ragihandiye.

COLOMBO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.