Parlamenê îstîfaya Rajapaksa erê kir

Nûçeyên Cîhan

În 15 Tîrmeh 2022 - 21:45

  • Parlamena Srî Lankayê doh îstîfaya serokdewletê berê Gotabaya Rajapaksa erê kir. Rajapaksa reviyabû derveyî welat. 

Parlamena Srî Lankayê doh îstîfaya serokdewletê berê Gotabaya Rajapaksa erê kir. Rajapaksa reviyabû derveyî welat. 

Hefteya bihurî xwepêşanderan bi ser koşka serokê Srî Lankayê Gotabaya Rajapaksa de girt. Piştî bûyerê serokdewletê Srî Lankayê reviya derveyî welat. Doh jî parlamena Srî Lankayê îstîfaya wî erê kir. 

Gotabaya Rajapaksa pêncşemê nameya îstîfaya xwe ji Sîngapûrê şandibû.

Li gorî destûra Srî Lankayê, serokwezîr Ranil Wickremesinghe niha dibe serokdewletê Srî Lankayê. Lê xwepêşander bang dikin ku ew jî îstîfa bike. 

Berdevkê parlamenê Mahinda Yapa Abhiwardana li navenda xwe ji rojnamevanan re gotibû, Meclisa Qanûnsaz dê ji bo civîna sibê were vexwendin û hêvî dikin ku projeya hilbijartina serokê nû di heft rojan de were bidawîkirin. Serokê parlamenê jî hêvî kir ku her kesê peywendîdar bibe alîkar da ku hewcedariyên destûrê werin temamkirin. 

COLOMBO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.