Pere neman hilbijartin taloq bû

Nûçeyên Cîhan

În 24 Sibat 2023 - 00:33

Dewleta Srî-Lankayê, piştî qirkirinê, li dijî miletê Tamil-Elamê serketina xwe ragihandibû. Lê niha piştî îflasa malî û protestoyên gel, ji ber ku pereyên wê nebûn pusulayên dengan çap bike, hilbijartin bi paş ve xist.

Li Srî Lankayê lazim bû 9´ê adarê hilbijartin çêbin. Ev hilbijartin wê bibûya hilbijartina pêşî ya qirkirina li dijî gelê Tamîl-Elam. Komîsyona hilbijartinê ya welêt da zanîn ku ji ber îflas û petaxa aborî ya dewletê, hilbijartin wê pêk neyê. Li gorî wê, çapkirina pusulayên hilbijartinê, sotemeniya lazim û fînansekirina polêsên ji bo parastina kabînên hilbijartinê ne mumkin e.

Serokê komîsyonê Nimal Punchihewa ji AFP’ê re got, “Beriya çendekê min ji dadgeha bilind re got, hilbijartina cihî wê di dema xwe de pêk bê. Lê niha radigihînim dadgehê, ji ber ku hikûmet fonên lazim serbest nake, em ê nikaribin hilbijartinê bikin.”

KOLOMBO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.