- Li Srî Lankayê bi xwepêşandanên bi hefteyan re krîz girantir dibe
Li Srî Lankayê bi xwepêşandanên bi hefteyan re krîz girantir dibe. Sîstema ku xwe dispêre globalbûna bazirganiyê û ji aliyê klana Rajapakse ve tê birêvebirin, bi temamî hilweşiyaye.
Pirsgirêkên giran kirin ku welat bixitime. Di encama çalakiyên şermezarkirinê de Mahinda Rajapakse ku ji sala 2019'an ve Serokwezîr bû, roja 9'ê Gulanê îstîfa kir û reviya.
Di çalakiyên şermezarkirinê de roja Duşemê 8 kes mirin, 230 kes jî birîndar bûn. Xisar li 65 avahiyan bû ku 41 jê hatin şewitandin, 88 wesayît, otobusek hatin rûxandin.
Desthilatdarî ji roja înê ve welêt bi rewşa awarte bi rê ve dibe. Erkên berfireh jî dane artêşê. Wezareta Parastinê ferman da leşkeran ku guleyan li xwepêşandêran bireşînin.
JAKARTA