Serokdewletê nû ji şidetê nayê xwarê

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 14 Tîrmeh 2022 - 22:30

  • Li Srî Lankayê piştî ku Ranîl Wîckremesînghe bû serokê dewletê yê demkî, xwepêşandan hatibûn destpêkirin.

Li Srî Lankayê piştî ku Ranîl Wîckremesînghe bû serokê dewletê yê demkî, xwepêşandan hatibûn destpêkirin. Di van çalakiyên protestoyî de kesek mir û 84 kes jî birîndar bûn.

Serokwezîrê Srî Lankayê Ranîl Wîckremesînghe di rojên bihurî de diyar kiribû ku aboriya welat hilweşiyaye û piştre çalakiyên protestoyê hatibûn destpêkirin. Piştî ku serokê dewletê Gotabaya Rajapaksa ji welat derket û Wîckremesînghe li şûna xwe peywirdar kir, çalakiyên protestoyê dîsa dest pê kirin.

Çalakvanan doh avêtibû ser ofîsa serokwezîriyê û hate diyarkirin di van çalakiyên protestoyê de kesek miriye û 84 kes jî birîndar bûne.
Hikumetê jî ji 13’ê Tîrmehê saet 12.00’an heta 14’ê Tîrmehê saet 05.00’an jî qedexeya derketina derve îlan kiribû.

COLOMBO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.