Qirker hat cezakirin

Sêşem 30 Mijdar 2021 - 23:15

  • Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Frankfurtê cezayê muebedê li DAIŞ’î Taha El Jumaily birrî ji ber ku wî di qirkirina li dijî Êzîdiyan de cihê xwe girtiye. 

DÎLAN KARACADAG

Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê doza ku ji ber qirkirina li dijî Êzîdiyan a li dijî DAIŞ’iyê bi navê Taha El-Jumailly, doh bi dawî bû. Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Frankfurtê li Taha El-Jumailly ji ber sûcê qirkirinê û sûcên li dijî mirovahiyê cezayê muebedê birrî. Rojnamevan, çalakgera mafê mirovan û filmçêker a Êzîdî Duzen Tekkal a ku doz ji serî heta binî şopand, ji bo biryarê got, “Di têkoşîna li dijî bêcezahiştinê de serketineke mezin e”. 

Taha El Jumailly, di qirkirina li dijî Êzîdîyan de kesê yekem e ku weke failê çalak hatiye dadgehkirin. Ew Gulana 2019´an li Atînayê hat girtin û doza li dijî wî jî Nîsana 2020’an li Frankfurtê dest pê kir. Sûcdariya berçav a li dijî vî DAIŞ’î ew bû ku wî sala 2015’an jineke Êzîdî û keça wê kiriye kole û keça wê ya 5 salî bi êşkenceyê kuştiye. Taha El Jumailly, zaroka Êzîdî ya 5 salî bi hinceta ku bi cihê xwe de mîz kiriye, di kela germa havînê de bi darê ve kir û li bin tavê kir ku ji germa û tîhna bimire. 

Ji ber qirkirinê hat cezakirin

Di rûniştina biriyarê ya dozê ya doh de dadgeran Taha el Jumailly yê DAIŞ’î ji ber qirkirina Êzîdiyan sûcdar dît. Dadgeran DAIŞ´î ji ber sûcê “qirkirinê” û sûcên “li dijî mirovahiyê yên bi mirinê bi encam bûyîn“ jî sûcdar dît û cezayê heta hetayê lê birrî. Ji bilî van sûcan, Taha El Jumailly bi sûcên di dema şer de, bazirganiya mirovan û kuştina mirovan jî dihat gunehbarkirin. Gava biryar hat xwendin, mehkûmê ji ber qirkirinê yê DAIŞ´î ji hişê xwe çû û ew birin nexweşxaneyê.

Serketineke mezin li dijî bêcezahiştinê

Damezrênera Komeleya Mafê Mirovan Hawarê û rojnamevan Duzen Tekkal a bi xwe jî Êzîdî, ji nêz ve doz şopand. Wê got, “Biryar pirr muhim e. Ev cara ewil e ku qirkirina li dijî Êzîdiyan hat dadgehkirin. Li tohmetbarî cezayê hepsê yê heta hetayê hat birrîn. Ev di têkoşîna li dijî bêcezahiştinê de serketineke mezin e. Ev dikare ji bo vekirina dozeke bi vî rengî li Dadgeheke

Ceza ya Navneteweyî jî bibe zemînekî rewabûnê.”

Duzen Tekkal got, biryar wekî din di asta navnetweyî de jî muhim e: “Biryar nîşan dide ku qirkerek wê serbest nikaribe bigere. Ji ber wê ev biryar ne tenê ji bo Êzîdiyan muhim e, lê belê muhime ji hesabpirsîna ji qirkeran a li seranserê dinyayê.”

Hê jî qederê 3 hezar Êzîdiyan revandî ne

Di fermana 3´yê Tebaxa 2014’an de DAIŞ´ê bi hezaran Êzîdî li Şengalê qetil kiribûn, bi hezaran Êzîdî jî revandibûn. Wê jin û zarok li bazarên koleyan firotibûn. Îro jî aqubeta qederê 3 hezar Êzîdiyên revandî ne diyar e. 

10 sal ceza li hevjîna wî birrîn

Hevjîna DAIŞ’iyê Iraqî, Jennifer Wenisch bi xwe Elman e. Ew beriya El Jumaily li Dadgeha bilind a Eyaletê ya Muchenê hatibû dadgehkirin û 25´ê Cotmeha bihurî 10 sal cezayê hepsê lê hatibû birrîn. Dadgehê ji ber sûcên “endametiya rêxistina terorîst”, “hewldana kirina sûcên şerî” û “temaşekirina li mirovkuştinê” ji ber ji tîhna kuştina zaroka 5 salî, Jennifer Wenisch dadgeh kiribû.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.