- Her çiqas dîroka mirovahiyê, ji aliyekî ve dîroka şaristanî, vedîtin, pêşketinên zanistî û berhevkirinên çandî be jî, ji aliyekî din ve, ew dîroka têkoşîna ji bo serdestî, mêtingerî, newekhevî û têkbirina sîstematîk a rûmeta mirovan e. Jinan di vê rêwîtiya dîrokî ya dûvdirêj de bedelên herî giran dane.
ADAR JIYAN
Jina ku sembola evîn, ked, fedakarî, dilovanî û jiyanê bi xwe ye, mixabin bi sedsalan e ku ji hêla serdestiya civakî, aborî, çandî û siyasî ya ku ji hêla zîhniyeta serdestiya mêr ve hatiye afirandin ve bûye hedefa êrîşên tund. Dema ku mirov li ser rêwîtiya dîrokî ya jinê hûr bibe, dê bibîne ku tenê tundiya fîzîkî li wan nehatiye kirin, di heman demê de rastî, bêqîmetî, sînordarkirina vîn, fikir û jiyan û mandelekirin keda wê jî were. Carinan wekî koleyan, carinan wekî milk û carinan jî neçar maye ku jiyana xwe li gorî hêviyên yên din bişêwîne. Wekî din jî pirî caran bi veşartina li ser navê têgihên wekî kevneşopî, gerdiş, rûmet, exlaq û rêziknameya civakî hatiye rewakirin. Lêbelê, tu kevneşopî û gerdîşên civakî û têgihîştinên bîrdozî yên desthilatdariyê nîn in ku azadî, rûmet û mafê jiyana jinê ji holê rakin.
Di bingeha tundiya li dijî jinan tenê ne ji ber hêrsa takekesî heye, pirî caran hişmendiyek heye ku xwe serdest dibîne û bawer dike ku mafê mêr ê xwezayî heye ku xwe li ser jinê serdest bibîne. Ev hişmendî hêza fîzîkî ya mêr vediguherîne hinceteke serdestiyê, di heman demê de vîn, raman û lêgerîna azadiyê ya jinê ji bo xwe wekî gefekê dibîne. Bi vî rengî, têkiliyek ku divê li ser bingeha evîn, rêzgirtina hevbeş û wekheviyê be, bi xwedîderketin, venerîn zordarî û serdestiyê tê guhertin.
Evîn ne ew hest e ku mêrek venerîna xwe li ser jinê bide ferzkirin. Evîn û hezkirina ji dil û can rêzgirtina azadiya jinê ye. Wateya evînê ne serdestkirina jiyana jinê ye, ew e ku mêr di avakirina jiyana xwe ya hevpar û azad de bimeşe. Sînordarkirina jinê bi navê çavnebariyê, venerîna wê ya li ser navê parastinê an jî bi angaştên mêraniyê tepeserkirina wê ne derbirîna evînê ye; ya hişmendiya xwedîderketinê ye.
Ew hişmendiya mêr a ku jinê wekî milkê xwe dibîne, têkiliyên mirovan ne li ser bingeha wekheviyê, li ser bingeha xwedîtî û serdestiyê ava dike. Encama herî trajîk a vê têgihîştinê ew e ku jin hêdî hêdî dest bi gumanbarkirina azadiya xwe dike û di hin rewşan de jî zilm û zordariya ku ew pê re rû bi rû dimîne wekî tiştekî asayî qebûl dike.
Tundûtûjiya li dijî jinê tenê bi ne êrîşên fizîkî ve sînordar e. Carisî, rûreşî, gef, girêdayîbûna aborî, tecrîda civakî,astengkirina perwerdehiyê, dûrxistina ji kar û zextên psîkolojîk jî cureyên cuda yên tundûtîjiyê ne. Carinan, ev cureyên tundûtîjiyê yên birînên xuya dikin ku birînên kûr û mayînde li ser giyan û derûniya jinê çêbikin.
Bi taybetî tundûtûjiya aborî yek ji wan mijaran e ku pêdivî bi bêtir nirxandinê heye. Jinên ku ji bo keda xwe qerebûyeke/tezmîneteke adil wernagirin, gihîştina wan a çavkaniyên aborî tê astengkirin, an jî neçar dimînin ku ji bo jiyanê xwe bispêrin îradeya mêrê serdest ku wê ber bi şêweyekî nedîtî yê koletiyê vedike. Di rewşên wiha de, kedxwarî tenê bikaranîna bêqerebû ya ku keda jinê di xwe de nahewîne, di heman demê de mafê wê yê biryardanê û diyarkirina pêşeroja wê jî sînordar dike.
Herwiha, beşek girîng a ku lênihêrîn, ked û berpirsiyariya ku jin di nav malê de pêk tîne, her çendî ku ji bo berdewamiya jiyana civakî girîng bin jî, pirî caran ji hêla nirxên aborî û civakî ve nayên dîtin. Mezinkirina zarokan, lênihêrîna extiyaran, parastina rêkûpêkiya malê û dabînkirina pêdiviyên endamên malbatê bi piranî li ser milên jinê ye. Lêbelê, rastiya ku ev ked pirî caran wekî erkeke xwezayî tê hesibandin, bûye sedema nenaskirina beşdariyên civakî yên jinê.
Hişmendiya baviksalarî ji rabirdûyê heta niha berdewam kiriye, tenê şêweya xwe guheriye. Carinan ew xwe wekî tundûtûjiyek aşkera, carinan wekî gotareke cudakar û carinan jî bi tevgerên rojane yên ku destwerdana jiyana jinê wekî mafekî xwezayî dibîne, nîşan dide.
Ji ber vê yekê, têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinê nikare tenê bi cezakirina sûcdaran ve sînordar be. Bêguman, cezayên qanûnî, tedbîrên astengkirinê û mekanîzmayên ku mafê jiyanê yê jinê misoger dikin, divê werin bikaranîn. Berî her tiştî divê di vê hişmendiyê de veguherîneke mayînde û guhertineke teqez pêk were. Wê çaxê pêkan e ku bi rêya perwerdehiyê, hişmendiya civakî, têkiliyên malbatî yên wekhev, serxwebûna aborî û beşdariya bi bandor a jinê di pêvajoyên biryardanê de werin bidestxistin.
Rizgarkirina jinan rizgariya mêran kêm nake. Berevajî wê ew mêran ji tundiya hişk ên mêranî ku di dîrokê de li ser wan hatiye ferzkirin, pêwîstiya tepeserkirina hestên wan û zexta tepeserkirina serdestiyê rizgar dike. Ji ber vê yekê, wekheviya zayendî ne li ser wê yekê ye ku aliyekî serdestiyê li ser ya din bi dest bixe, li ser wê yekê ye ku her du alî jî bikaribin rûmeta mirovbûnê di şert û mercên wekhev de biceribînin.
Divê neyê jibîrkirin ku azadiya jinan yek ji nîşaneyên herî girîng ên pêşveçûna demokratîk, hestê dadmendiyê yê asta şaristaniya civakê ye. Di civakekê de ku jin nikaribin bi azadî ramanên xwe derbibîrin, bêyî tirs derkevin kolanan, nikarin li ser jiyana xwe biryar bidin û di bin gefa tundûtûjiyê de bijîn, ne mimkûn e ku meriv behsa aştiya civakî ya rastîn bike.
Bextewarî li ser hêsirên jinan, bawerî li ser tirsên wan û aramî li ser bêdengiya wan nayê avakirin. Tu kiryarên ku mafê jiyanê ji bo jinê qedexe an şermezar dikin û azadiya wê desteser dikin, nikarin bi navê mirovahiyê werin rewakirin.