Qîrîna Îlhan Samî Çomak a bi Kurmancî; Çiyayê Girtî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 13 Sibat 2025 - 00:56

Pirtûka helbestan a bi navê “Çiyayê Girtî” yekem pirtûka helbestan a Îlhan Samî Çomak e. Îlhan Samî Çomak piştî 30 salan di hepsên Tirkiyeyê de ragirtî ma derket derve û niha jî helbestan dinivîse. Helbestên wî axlebî bi Tirkî ne lê di vê pirtûkê de wî hewl daye bi zimanê zikmakî ango Kurmancî jî helbestan binivîse û pirtûkeke helbestan a baş tîne hemberî xwîneran. 

Pirtûk bi edîtoriya Cumhur Olmez ji Weşanên Dara derketiye. Nimûneyek ji helbestên di pirtûkê de cih digirin li jêr e;

Min cureyek nû kifş kir, çarşem
Dengê çeman wenda bûye
Di xeyîdina keçxamayan de
Xwîna bêjeyên nûzayî ziwa bûyê
Li ser lêva min
Pençe û qîlên valahîyê razên min perçe dikin
Qîrîna min olana çîyan li hevalan dixe
Ez ê dengê bilûra xwe bidim devê bilbilan
Û di qelşên latên enîya xwe de
Sosinan avdim

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.