Qîmeteke mezin dida jiyana PKK’ê

Çarşem 29 Mijdar 2023 - 00:15

HPG'ê gerîla Şahan Gever bi rêzdarî bi bîr anî ku sala 2020'î li Xakurkê şehîd bû. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek da û wiha got:"23'ê Nîsana 2020'î li Xakurkê di êrîşa dijmin de ewladê hêja yê eşîra Oremarê û ji milîtanên leheng ên têkoşîna me ya azadiyê hevrêyê me Şahan Gever şehîd bû. Hevrêyê me Şahan di nava têkoşînê de bi daxwaz û wêrekiya xwe ya bilind li her qadê wezîfeyên milîtaniyê bi serketî bi cih anî. Li gelek qadên herêma Xakurkê têkoşiya, bi sekna xwe ya leşkerî, zelaliya di îdeolojiya Apoyî de, bi hevrêtiya xwe ya kûr û tevlîbûna bi fedakarî ya li jiyanê bû gerîlayekî şareza. Bi mezinkirina têkoşîna xwe bersiv da nirxên hevrêyên xwe. Di serî de eşîra Oremar a welatparêz û malbata hêja ya hevrêyê me Şahan ku ewladekî leheng ê mîna hevrêyê me Şahan tevlî nava têkoşîna azadiyê kir, bila serê tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.

Hevrêyê me Şahan li nava malbateke ji eşîra Oremar a welatparêz li Geverê ji dayik bû. Hevrêyê me bi hişmendiya welatparêziya kûr, kevneşopî û çanda Kurdîtiyê ya xurt a malbat û eşîra xwe mezin bû, hîn di temenê biçûk de PKK nas kir. Ji ber ku ji eşîra wî, xizmên wî yên nêz li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê şehîd bûn, ev yek ji bo hevrêyê me Şahan bû hinceteke din a têkoşînê. Li ser vê bingehê ji bo bi rengekî rast xwedî li xeta şehîdan derkeve, gihîşt wê encamê ku rêbaza herî rast a têkoşînê tevlîbûna li nava refên gerîla ye. Lewma berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Şahan bi qîmeteke hêja ya ku dida jiyana PKK'ê, bi tevlîbûna xwe ya durust, fedakar û kedkar bû milîtanekî Apoyî ku ji hevrêyên xwe re bibe mînak. Hevrêyê me di êrîşên dijmin ên 23'ê Nîsana 2020'î de yên li Xakurkê heta nefesa xwe ya dawî dilsozê nirxên azadiyê ma û bi şehadetê têkoşîna xwe di asta herî bilind de temam kir. Weke hevrêyên wî em careke din soz didin ku ji bo Kurdistana azad ku hesreta şehîdên me bû em ê têkoşîna xwe dewam bikin." 

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Şahan Gever bi vî rengî ye:

Şahan Gever (Bîrhat Bûldan), li Colemêrgê jidayîk bûye, 23’ê Nîsana 2020’an li Xakurkê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.