Qibris wê Kenan radest bike

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 17 Gulan 2023 - 01:31

Dadgeha Bilind a Qibrisê biryar da ku siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz radestî Elmanyayê bike.

Di 15’ê Adarê de dema ku siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz xwestibû ji balafirgeha Larnaka ya Qibrisê biçe Swêdê serdana malbata xwe, bi hinceta ku dewleta Elmanyayê biryara girtina wî daye, Kenan Ayaz ji aliyê polîsên Qibrisê de hatibû binçavkirin. Dadgeha Larnakayê di 19’ê Nîsanê de biryar dabû ku Ayaz radestî Elmanyayê bike, lê rêya Dadgeha Bilind vekirî hiştibû.

Di 9’ê Gulanê de rûniştin hatibû kirin û biryar doh hate dayîn. Li gorî  biryarê wê Ayaz radestî Elmanyayê were kirin.

Li pêşiya Dadgeha Bilind a Lefkoşayê Navenda Civakî ya Kurdan Konê Edaletê vegirtibû. Polîsan li vir Îbrahîm Ayaz ê ku di greva birçîbûnê de ye û birayê Kenan Ayaz e, rojnamevan Baran Hebûn û Mehmet Ûçaş kiribû binçavan. Hate diyarkirin ji bo protestokirina biryarê Ayaz di 4’ê Gulanê de dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Piştî biryara radestkirina Kenan Ayaz, Kurd û dostên wan li pêşiya Dadgeha Bilind a li Lefkoşayê kom bûn û biryar şermezar kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.